Fotograf: krdnews
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Dadê ji ber belavoka ku di 24ê Nîsanê de weşandine, destûr daye ku lêpirsînname ji bo serok û endamên berê yên desteya rêveber ên Baroya Amedê were vekirin.
Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê li ser vê destûrê bi tohmeta ku “bi rengekî aşkere kîndarî û dijminatiyê dixe nava gel û TBMMye biçûk dixe” doz li serok û rêveberên berê yên Baroya Amedê vekiriye.
Wê li gorî xela 301ê werin dadgehkirin
Li gorî nûçeya medyascope.tvyê, dadgehkirin wê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk were û rêveberiya berê wê li gorî Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) werin dadgehkirin.
Xala 301ê ya TCKyêKesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê, komarê û Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bike, ji şeş mehan heta sê salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Kesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî hikûmeta Komara Tirkiyeyê, dezgehên dadê, rêxistina leşkerî yan jî emniyetê bike, ji şeş mehan heta du salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Heke ku welatiyekî tirk li welatekî ji derve sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê bike, cezayê ku wê lê birîn yek ji sisiyan tê zêdekirin. Fikr û ramanên bi armanca rexnekirinê, nabin ku weke sûcan bên nirxandin. |
Rêveberên ku wê werin dadgehkirin ev in:
Serokê Baroyê Amet Ozmen û Endamê Lijneya Rêveber Mahsum Bati, Nuşin Uysal Ekinci, Cihan Ülsen, Sertaç Buluttekin, Muhammet Neşet Girasun, Serhat Eren, İmran Gökdere, Velat Alan, Ahmet Dağ û Nahit Eren.
Baroyê di belavoka 24ê Nîsanê de behsa Qirkirina Ermeniyan a di sala 1915ê de pêk hatiye kiribû û gotibû ku “Em êşa mezin a naraweste a gelê Ermen par ve dikin.” (EMK/FD)