Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li herêma Bahamayan Bahoza Dorianê di asta 5an de berdewam dike. Hejmara miriyan her diçe zêdetir dibe û hejmar gihîşt 20an.
Wezîrê Tenduristiyê yê Bahamayanê Duane Sandsî diyar kiriye ku ji ber bahozê hejmara miriyan heta niha 7 bû lê niha hejmar derketiye 20an û her diçê zede dibe.
Mark Lowcocok, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (UN) daxuyanêk daye û gotiye ku ji ber Bahoza Dorianê pêwistiya xwarin û ava paqij a 70 hezar kesan heye.
Di wêneyên ku NASAyê weşandiye de diyar dibe ku li Bahamayan ji ber bahozê hilweşîneke mezin pêk hatiye.
Lowcock, ku serdana Bahamasê kiriye, bi rêya têlekonferansê zanyarî daye rojnemevanan. Lowcok, ji ber bahoza Dorianê gotiye hilweşandin mezinê û heya niha bahozeke bi vê hêzê li hêremê rû nedaye. (AO/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye
Çavkanî - Fotograf: AA