Wêne: AA/DYA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bahoza Dorianê her diçe bandora xwe zedetir dike û di encamê de 5 kes mirine, herî kêm 21 kes jî birîndar bûne.
Bixwine - Bandora Bahoza Dorianê her diçe zêdetir dibe
Serokwezirê Bahamalarê Hubert Minnisî gotiye ji ber bahozê 5 kes mirine û herî kêm 21 kes ji birîndar bûnê.
Sireta bahozê di saetê de digihêje 295 kîlometreyan û weke bahoza herî bi bandor a li herêmê hatiye nirxandin. Her weha ba û barana xurt ziyaneke cidi daye Bahamayana.
Bahoz li peravên bakurê rojhilatê DYAyê di asta 4em de ye û çav li rê ye ku bandorê li peravên eyaleta Floridayê jî bike. Li herêma Fort Lauderdale ya Florîdayê niştecih jiyana xwe ya rojane berdewam dikin lê seferên balafiran ên Balafirxaneya Navnetewî ya Fort Lauderdale hatine betalkirin. (AO/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye