* Fotograf: Fatih Aktaş / AA - Buffalo / New York
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bandora neyênî ya bager, sermaya qutbî û barîna berfê ya zêde, eyaleta New Yorkê di serî li tevahiya DYA û Kanadayê dike.
Li gorî nûçeya BBCyê, ji ber bagerê, li DYA û Kanadayê hejmara kesên ku mirine gihîştiye 56an.
Li gorî zanyariyan, ji van kesan bi kêmanî 28 kes li bajarê Buffalo û li başûrê New Yorkê mirine.
Rayedarê eyaleta New Yorkê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye , hin welatî zêdetirî du rojan di wesayitên xwe de asê mane. Meteorologan diyar kiriye ku çav li rê ye îro li hin herêmên eyaletê heta 23 santîmetreyan berf bibare.
Serokê DYAyê Joe Bidenî rewşa lezgîn a ji bo piştgiriya federal biçe New Yorkê ragihandiye.
(SD/FD)