Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, derbarê Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê de ji ber axavtina wî ya Newroza 2018ê ya Amedê, lêpirsîn daye destpêkirin. 19ê Tebaxa 2019ê li şûna Turkî qeyûm hatibû tayînkirin. Serdozgeriyê bi tohmeta ku Turkî “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn daye destpêkirin.
Turk, di çarçoveya lêpirsînê de bi parêzerên xwe re çûye Edliyeya Mêrdînê û îfade daye. Turkî, diyar kiriye ku tu wesfa propagandeyê di axaftina wî de nîne û wiha gotiye: “Min li ser yekitiya gelan, têkiliyên gelê kurd û tirk ên bi hezaran sal e daxwaza aştî û demokrasiyê dikin, axavtin kir.”
Parêzerên Turkî jî derbarê lêpirsînê de parazname pêşkêş kirine û gotine: “Axaftina navborî, di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de hatiye kirin." Parêzeran daxwaza betalkirina lêpirsînê kiriye.
Ahmet Turkî çi gotibû?
“Em îro di pêvajoyeke dîrokî de diborin. Polîtîkayên gemar li ser gelê kurd tên meşandin. Dema em li rabirdûyê dinêrin, dîsa ev polîtîka hatine meşandin. Li Agirî, Dêrsim û Helepçeyê gelê kurd hatiye qetilkirin. Lê ev tiştên ku hatine kirin, nekariye gelê kurd ji têkoşîna azadiyê qut bike. Piştî 7ê Hezîranê polîtîkayên qirkirinê hatine meşandin. Desthilatdariyê dîtiye ku ev polîtîka bi ser navekin, ji bo kesên têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin çavtirsî bike, ew esîr girtin. Bi vê jî nehate ser, niha jî bi êrîşa li ser Efrînê re bi genên gelên me lîstin. Ew kesên ku xwestin bi êrîşa li ser Efrînê re desthilatdariya xwe zexm bikin, wê tune bibin. Me Kemal Kurkutê ku li Newroza Amedê hatiye qetilkirin, ji bîr nekiriye. Ew şehîdê me yê Newrozê ye. Têkoşîna azadiyê demdirêj e. Ji ber wê bêyî ku em çavtirsandî bibin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Sedsala 21em wê bibe sala azadiya gelê kurd.” (RT/FD)