Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Konsulxaneya Amerîkayê ya Tirkiyeyê û Komîserê Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî derbarê girtina hevserok û parlementerên HDPê de nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Konsulxaneya Amerîkayê ya Tirkiyeyê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê twitterê de daxuyanî da û got:
Türk hükümetinin HDP liderlerini ve diğer mv’leri tutuklayıp, internete erişimi engellemesi dost&müttefik olarak bizi derinden rahatsız etti https://t.co/ileUhmfGA4
— US Embassy Turkey (@USEmbassyTurkey) 4 Kasım 2016
“"Girtina lîderên HDPê û parlamenterên din, astengkirina înternetê, me weke dost û hevalbendekî aciz kiriye."
Ofîsa Mafên Mirovan a NYê: Nayê qebûlkirin
Komîserê Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Ravine Shamdasani ragihand ku operasyon û girtinên li dijî parlementerên HDPê bi ti awayî nayê qebûlkirin û ev yek li dijî peymenên navneteweyî ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê Ofîsa Komîsrtiya Mafên Mirovan a NYê li Cenevreyê civîna çapemeniyê lidar xist.
Di civînê de Ravine Shamdassani axivî wiha got:
“Binçavkirin û girtina parlamenterên HDPê û hevserokên wê, bi ti awayî nayê qebûlkirin. Pitşî hewldana darbeyê, rayedarên tirk dan xuyakirin ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hin xalên peymana navneteweyî hatine rawestandin. Ev nayê qebûlkirin û em ji vê yekê bi fikar in."
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder, Gulser Yildirim îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Birlik, Gulser Yildirim û Selma Irmak hatin girtin.
(AS/YO)