Di Lîga 2emîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de roja 16ê Kanûna Pêşîn Somaspor û Bursaspor hatin hemberî hev. Maç li navçeya Somayê ya Manîsayê pêk hat. Her weha alîgirên Bursosporê di trîbûnên stadê de çêr û heqaretên giran li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kirin.
Bertekên li dijî van çêr û heqaretan didomin. Amedsporê jî weke bertekeke li dijî van çêran, biryar da ku di maça pêş ji bo alîgirên jin bêpere be.

Li dijî heqareta alîgirên Bursasporê bertek: Di şexsê Zanayê de heqaret li hemû Kurdan û jinan hat kirin
"Divê trîbûn nebin amûrên gotinên nîjadperest û zayendperest"
Seroka Duyemîn a Amedsporê Şeyda Arslanê ji Ajansa Mezopotamyayê re diyar kir ku êrişên nîjadperest û zayendperest ên li dijî Leyla Zanayê, êrişeke li dijî nasnameya jinê ye, divê trîbûn û fealiyetên sportîf nebin amûrên gotinên nîjadperest, cihêkar û gotinên zayendperest.
Di berdewamê de Şeyda Arslantaşê anî ziman ku di nava Bursasporê de komeke alîgiran a nîjadperest heye û wiha bal kişand ser teşwîqkirina van koman:
“Mixabin trîbûnên vê tîmê di maçê de heqaretê li siyasetmedareke jin dike. Weke rêveberî û hemû dînamîkên bajar em vê helwestê şermezar dikin. Ev êriş, êrişeke li dijî pêvajoyê ye. Îro em hewl didin bi hev re bijîn. Di esasê xwe de trîbûn, prototîpiya vê ye. Ji ber ku di nava trîbûnan de jin, zilam, ciwan, kal, zarok her kes hene. Her kes tenê bi nasnameya xwe ya alîgiriyê li wir e.”
Di şexsê Zanayê de têkoşîna jinên Kurd hedef hatiye girtin
Di berdewamê de Şeyda Arslantaşê bi bîr xist ku di demên berê de jî Bursasporê di maça bi Amedsporê de wêneyên Torosên spî hilgirtibûn û wiha axivî:
“Heman êrişên nîjadperest dike. Ev heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin ku semboleke girîng e, ji vê helwestê ne cuda ye. Hewl didin pêvajoyê sabote bikin. Ev gotinên nîjadperest, tevgera jinên Kurd, pêşengtiya tevgera jinên Kurd û hêza wê hedef digirin. Di şexsê Leyla Zanayê de nasnameya jinê, têkoşîna jinên Kurd û hêza wê ya pêşeng hedef hatiye girtin. Amedspor, alîgirên Amedsporê û camîeya wê; dê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê bidomîne. Ji ber ku nirxên Amedsporê nirxên gelê me ne. Ev nirx in ku hebûna me ew ava dikin.”
"Maça Amedsporê ji bo jinan belaş e"
Şeyda Arslantaşê da zanîn ku li dijî êrişên nîjqadperest û zayendperest ên ser Leyla Zanayê, wan biryar dan ku maça Amedspor-Igdirsporê ya di 28’ê Kanûnê de ji bo alîgirên jin bêpere be û got:
“Ji ber ku em dixwazin li dijî vê êrişê bêhtir jinan di trîbûnan de bibînin. Ji bo vê tenê tişta ku dikarin bikin ev e, bila biçin navendên jinan ên heyî û hejmara nasnameyên xwe bidin wan. Em jî dê li ser van hejmarên nasnameyan bilêtên bêpere bidin wan. Em ê bi zêdekirina hejmara jinan re bersiveke baş bidin wan. Dê têkoşîna me ya li dijî êrişan bidome.”
(AY)

