Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya Deutcshe Welleyê ji Almanyayê gelek saziyên sivîl, nivîskar û kesên navdar bi nameyeke vekirî daxwaz kirin ku Asli Erdogan serbest were berdan.
Di wê nameya weşandî de wiha hat gotin:
“Em Asli Erdogan dixwazin. Divê wekê berê li Viyanayê, Grazê, Cenevereyê, Zurihê û li her deverê Almanya û dinyayê ew bi serbest bigere, biaxive û berhemên wê werin xwendin. Em bi vî awayî wê dixwazin. Em dixwazin berhemê wê bixwînin û agahiyên derbarê wê de bizanibin.”
Di wê nameyê de hat ragihandin ku ew bi hevgirtî piştgiriyê didin “Nobedariya Nivîsê” ku ji bo Asli Erdogan dane destpêkirin re.
Asli Erdogan ji hucreyê hat derxistin
Ji hêla din ve Parlementerê CHPê û Endamê Komîsyona Mafên Mirovan ê Tirkiyeyê Mahmût Tanal daxuyand ku Asli Erdogan ji hucreyê hatiye dercistin û wê şandine nav girtî û mehkûman. Erdogan ji 19ê Tebaxê vir ve hatibû hucrekirin.
Asli Erdogan ku li Girtîgeha Bakirkoyê 11 roj tecrîtkirî ma, di peyama xwe ya şandî de gotibû ku ew di cih-nivînên qirêj û bi mîz hatiye hiştin, ji bo hewahildanê wê dernexistine hewşê û dermanên wê jî nedanê.
Polêsan 16ê Tebaxê de avêtibûn ser navenda Ozgur Gundemê û çend saet beriya wê de jî Dadgeha Stenbolê derbarê rojnameyê de biryara girtinê dabû. Heman rojê polêsan avêtine ser mala Asli Erdogan jî û ew hatibû binçavkirin. Erdogan 19ê Tebaxê de hatibû girtin.
(EA/YO)