Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
6em Tûra Pisqilêtan a Jinên Xemilandî duh (23yê Îlonê) li gelek bajar û bajarokên Tirkiyeyê bi tevlêbûna 15 hezar jinan pêk hatiye. Bi vê bernameyê, di Roja Bajarên Bêotomobîl a Cîhanî de dixwazin balê bikişînin ser bikaranîna pisqilêtan a di nava jiyana rojane de.
Bername ji bo balê bêhtir bikişîne ser bikaranîna jinan a pisqilêtan û bi vê armancê li zêdetirî 60 bajarên Tirkiyeyê çêbûye. Li gel Enqere, Îzmîr, Isparta, Gîresûn, Amed, Konya; Kirikkale û Malatyayê, di heman demê de li Milano, Swîsre û Kolnê jî jinan pisqilêt ajotine.
Şîrketa Balafiran a Mîrîtiya Hollandayê KLMyê pisqilêt dane beşdarn û bi vî awayî piştgirî daye vê rojê.
Derbarê Tûra Pisqilêtan a Jinên Xemilandî de
Cara pêşiyê sala 2013ê weke bernameyeke Roja Bajarên Bêotomobîl a Cîhanî li Alsancaka Îzmîrê çêbûye.
Sala 2015ê li 10 bajaran, sala 2016ê li 27 bajaran, sala 2017ê jî li 50 bajaran li dar ketiye. (ÇT/FD)