Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma Kampanyayê ya "1000 jin ji bo Aysel Tûglûkê" li Salona Xebatên Hunerê ya Karşiyê ya li Beyoglûyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de behsa rewşa dawî ya Tûglûkê kirin ku we li Girtîgeha Kandirayê tê girtin û bi nexweşiya demansê ketiye.
Di serê civînê de belgefîlmek li ser jiyana Tûglûkê hate nîşandan ku bi dengê hunermend Jûlîde Kûralê hatiye amadekirin.
"Me got qey bêdengiya te şîn e"
Gulsen Yuksel, xwarziya Aysel Tûglûkê di civînê de axiviye û gotiye:
*Di 12ê Tîrmeha 2021ê de diyar bû ku nexweş e.
*Pêvajoya pandemiyê nexweşiya kûrtir kir. Ez ji xwe re dibêjim, “Gelo em li wir dereng man?" Cara pêşiyê ye ku em vê nexweşiyê dibînin, me ev nexweşî nedizanî.
*Di demên pêşiyê de dema ez diçûm serdana wê, gotik "tiştan ji bîr dikim." Dermanên B12 vedixwar, me digot qey wê baş bibe. Zanyariya kesî derbarê demansê de nîne, nedihat hişê me.
*Nexweşiya wê gelekî bilez giran dibe ku divê nîv saeta din li wê qawişê neyê girtin.
*Her gav şaşwaz e, weke zarokan e û ditirse.
*Ji bo nexweşiyê fam bikim ez pirsan lê dikim, gelekan dizane. Nedizanî ku em di kîjan salê de ne. Min yekem serokwezîra Tirkiyeyê jê pirsî, nizanîbû bersiv neda.
*Nikare hevokan saz bike, paragraf ji xwe nîne.
*Berê me got qey wê tehliye bikin, nehat hişê min ku digel vê rewşa wê, dewlet dê wê ji girtîgehê dernexe.
“Gardiyanan nexweşî ferq kiriye"
Parêzer Elîf Taşdogenê jî ev zanyarî dan:
*Ez duh çûme girtîgehê, min serdana Aysel Tûglûkê kir, silavên wê ji bo hemûyan heye.
*Ji bo hebûna we hemûyan ji min re got ku spasiya wan bike û piştgirî li ser lingan dihêle.
*Aysel Tûglûk ji Çiriya Paşiyê ya 2016an û vir ve li Girtîgeha Kocaeliyê ya Hejmar 1ê ye. Tevî dêya xwe demên zehmet derbas kir. Dema dêya wê mir, Tûglûk demeke dirêj bêdeng ma, ji ber di pêvajoya şîngirtinê de bû, kes zêde bi ser de neçû.
*Di Tîrmeha 2018ê de ji bo êşa serê xwe û ji bîrkirina tiştan çûye nexweşxaneyê. Doktor dibêjin tiştekî normal e û wê bi paş de dişînin.
*Ji bilî gardiyanan ti kes fam nake. Hevalên wê dibêjin, dibe ji ber şîngirtinê be.
*Ji ber di pêvajoya îzolasyonê de ye û ji ber pandemiyê nexweşî bilaz û bez bandora xwe zêdetir dike. Hevdîtinên bi rêya telefonê pêk nayê. Bandora pandemiyê li girtiyan girantir e.
*Tê hişê siyasetmedar Edîbe Şahînê, dêya wê jî bi vê nexweşiyê ye. Ew hinekî fam dike rewşa wê û wê qanih dike ji bo çûna doktoran.
*Zanîngeha Kocaeliyê dibêje, demans e.
*Di dema çûn û hatina nexweşyaneya de gelekî tiştên xirab pê dikin, bi qasî min fam kir li wir jî gelek zehmetiyan dikişîne. Ji ber wê hevalên wê ji bo wê tenê neşînin, rojên ew diçe nexweşxaneyê, ew jî daxwaza çûnê dikin.
*Raporên dibêjin dikare li girtîgehê bimîne, rewşê rast nîşan nadin. Em li dijî van raporan derketin. Me ji TIHVê jî nivîsek wergirt, me nêrîneke zanist pêşkêşî dozgeriyê kir. Digel vê serî li serkontrolorî hate dayîn. Behsa van bêhiqûqiyan hate kirin.
*Ez dixwazim behsa çavdêriyên xwe bikim. Di her çûnê de em guhertinan gelekî zelal dibînin.
Doktor Emek Gokmen û Pinar Saîpê jî diyar kirin ku divê Tûglûk tehliye bibe.
Beşdar: Nuray Mert, Binnaz Toprak, Nesrin Nas, Gültan Kaya, Serpil Kemalbay, Deniz Türkali, Gülseren Onanç, Perihan Koca. (EMK/FD)