Li gorî rapora “Projeya Berdêla Nûçeyê” ya Cemiyeta Rojnamegeran di meha Çiriya Pêşiyê de 58 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine dadgehkirin.
Rapora meha Çiriya Pêşiyê ya “Projeya Berdêla Nûçeyê” ya Cemîyeta Rojnamegeran ku bi piştevaniya Ji bo Demokrasiyê Medya/Ji bo Medyayê Demokrasî, dozên rojnamevanan ên her meh tên dîtin û binpêkirinên mafan ên rojnamegeran tê de cih digirin, hatiye aşkerekirin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku meha Çiriya Pêşiyê bi dadgehkirin, zext, gef û êrişên li ser rojnamegeran bi dawî bûye.
Li gorî daneyên raporê, di meha Çiriya Pêşiyê de di 34 danişînên cuda yên li 9 bajaran pêk hatine de herî kêm 58 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatine dadgehkirin. Di vê pêvajoyê de derbarê rojnamegeran de ligel cezayê girtîgehê yê muebbetê ji 272 salan heta 896 sal 6 meh û 15 rojan cezayê girtîgehê û 21 hezar dolar tezmînata manewî hatiye xwestin.
10 rojnamgeran beraet kiriye
Di raporê de hatiye gotin ku ji rojnamegerên tên dadgehkirin 10 ji wan beraet bûne û di her sê dozên ku biryar li ser hatiye dayîn de bi giştî 2 sal û 5 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 660 TL cezayê pereyan li rojnamegeran hatiye birîn.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku zextên li ser rojnamegeran bi darizandinê ne bi sînor in û di heman serdemê de derbarê 7 rojnamegeran de lêpirsînên nû hatine vekirin û dema şopandina nûçeyan de 2 rojnameger hatine desteserkirin. Dîsa 4 rojnamevan jî rast e rast êriş lê hatiye kirin û gef lê hatine xwarin. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê