Ji 358 General û Amîralên TSKyê 112 ji wan hatin girtin
Ji 128 General û Amîralên ku di çarçoveya hewldana derbekirinê ku di 15ê Tîrmehê de pêk hatibû de hatine binçav kirin, 112 ji wan hatine girtin, 4 ji wan serbest hatin berdan û 12yên din jî hêj binçavkirî ne.
![Ji 358 General û Amîralên TSKyê 112 ji wan hatin girtin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/177/019/original/gen.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî
Hejmara General û Amîralên ku di çarçoveya hewldana derbekirinê de hatin girtin gihişt 112an. Heta niha 128 General û Amîral hatin binçavkirin, 4 ji wan serbest hatin berdan û 12yên din jî hêj binçavkirî ne.
Li gorî daxuyaniya TSKyê ku di meha Gulanê de dabû, di nav TSKyê de bi temamî 358 General û Amîral hene. Li gorî vê yekê heta nêzî %40 General û Amîralên TSKyê hatine girtin.
(BK/YO)