Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ya ku navenda wê li Ceneveyê ye eşkere kir ku ji 22 bajarên Yemenê, li 19 bajaran nexweşiya Kolerayê belav bûye.
“Ji ber ku Yemen ne paqij e, ava paqij bi zehmetî peyda dibe û heyîna şerî nexweşiyên wek Kolerayê belav dibin.”
Erebistana Siûdiyê di 26ê Adara 2016ê de li dijî Yemenê dest bi şerî kiribû. Li piraniya bajarên Yemenê peydakirina ava paqij zehmet e.
“Alîkariya ji bo saxlemiyê gelek kêm e.
“Kolera niho herî zêde li herêmên ku nişteştecihên wê hejar/feqîr in belav dibe.
“Cara pêşiyê nexweşî li 15 bajaran belav bûbû vê carê li 19 bajaran belav bûye.”
(AS/MB)