Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hefteya Mafên Mirovan de Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2019ê aşkere kiriye.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji sala 2015ê heta niha 15 hezar û 530 kes hatine desteserkirin. 750 endam û rêveberên wan tê de 6 hezar HDPyî hatine girtin.
Îsal 200 endam û rêveberên wê hatine girtin
Di sala 2019ê de herî hindik hezar û 674 endam û rêveberên HDPyê hatine desteserkirin, 200 ji wan jî hatine girtin.
Di raporê de ev zanyarî hatine parvekirin:
* Piştî hilbijartina 31ê Adarê, di 19ê Tebaxa 2019ê de careke din “Operasyonên Qeyûman” dest pê kir û di encamê de 17 hevşaredarên me hatine girtin. Qeyûm li şûna 28 şaredarên me hatine wezîfedarkirin. (Nota edîtorî: Piştî rapor hatiye amadekirin, li Wanê sê hevşaredarên din hatine girtin)
* Ji Tîrmeha 2015ê heta niha Hevserokên me yên giştî jî tê de 16 parlamenterên me, 7 endamên Lijneya Rêveber a Navendî, 21 endamên Meclîsa Partiyê, zêdetirî 750 rêveberên navçe û bajaran hatine girtin.
* Niha 7 parlamenterên me girtî ne. Li gel vê, parlamenteriya 11 parlamenterên me hatiye betalkirin.
Rewşa parlamenterên me yên dema berê
* Niha parlamenterên me yên serdema 26em, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Çaglar Demirel, İdris Baluken, Gulser Yildirim, Selma Irmak û Abdullah Zeydan rehîn tên girtin.
* Dosyaya esasî ya Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên HDPyê yên berê berdewam dike ku di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de hatine girtin. 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li İdris Balukenî, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demirelê, 8 sal û meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydanî, 19 sal jî li Selma Irmakê hatiye birîn
* Di sala 2019ê de Sirri Sureyya Onder, Ferhat Encu û Burcu Çelik Ozkan tehliye bûne.
* Ceza li Parlamenterên HDPyê yên serdema 26 û 27em, Behçet Yildirim, Lezgin Botan, Leyla Birlik, Ziya Pir, Altan Tan, Dilek Ocalan, Ahmet Yildirim, Osman Baydemir, Adem Geveri, Mahmut Togrul, Besime Konca, Omer Faruk Gergerlioglu, Nursel Aydogan, Filiz Kerestecioglu, Ayşe Surucu, Tayip Temel, Pero Dundar, Leyla Guven û Musa Farisogullariyî hatiye birîn lê nehatine girtin.
* 750 HDPyiyên ku xebatên hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de cih girtine hatine desteserkirin. 107 ji wan hatine girtin.
* 9 namzetên hevşaredariyê, 9 namzetên endamtiya meclîsa şaredariyê, 6 hevserokên bajaran, 6 hevserokên navçeyan, 13 rêveber, endamekî/e Lijneya Rêveber a Navendî, 6 endamên Meclîsa Navendî hatine desteserkirin. namzetekî hevşaredariyê, namzetekî endamtiya meclîsa şaredariyê, hevserokekî/e navçeyan, du hevserokên bajaran, du endam û endamekî/e meclîsa navendî hatine girtin. (EKN/FD)