Jamanaka ku bi zimanê ermenî li Stenbolê weşana xwe dike, 116 sal berê îro yekem hejmara wêj derket.
Jamanak ku ji sala 1908an û vir ve bênavber tê weşandin, bi ermenî tê wateya "dem-wext"ê.
Li gorî nûçeya muzir.orgê, bi atmosfera demokratîk a ku ji aliyê Meşrutiyeta Duyemîn ve hatiye afirandin, Jamanak ji aliyê herdu bira Sarkîs û Mîsak Koçunyan ve hatiye avakirin.
Nivîsên parlamenter, parêzer û nivîskar Krîkor Zohrap, Yervand Odyan û nivîskara femînîst Zabel Esayanê jî diweşandin.
Rojbûna te pîroz be Jamanak…
(EMK/AY)