Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doktor Yilmaz Demîrê ku li Amedê ji ber îtîrafkar H.B.A.yî li ser wî dabû hatibû girtin, tehliye bûye.
Piştî H.B.Ayê bûbû îtîrafkar û li Yilmaz Demîrî dabû di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2022yan de hatibû girtin.
Demîr îro cara pêşiyê derketiye pêşberî heyeta Dadgeha 4an a Cezayê Giran a Amedê.
Li gel malbata Demîrî parlamenterê HDPyê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û rêvebirên Odeya Doktoran a Amedê jî li salona dadgehê bûne
Di destpêka danişînê de serokê heyeta dadgehê biryara qebûlkirina îdianameyê xwendiye.
Paşê serokê heyetê gotiye ku wan ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê re nivîsek şandiye û xwestiye îtîrafkar H.B.A. beşdarî danişînê bibe lê bersiv nedane nivîsê û şahit neanîne danişînê.
Paşê doktor Demîrî xwe parastiye. Demîrî gotiye ku ew tohmetan qebûl nake û gotinên îtîrafkar H.B.A.yî ne rast in.
Piştî Demîrî, parêzera wî Zeynep Şeşeogûllariyî jî li dijî îdianameyê û daxwazên dozgerî derketiye.
Dozgerî di danişînê de xwestiye ku Doktor Demîr girtî bimîne.
Heyeta dadgehê biryara kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê daye Yilmaz Demîrî û ew tehliye kiriye.
Dadgehkirin wê di 25ê Gulanê de dewam bike. (RT/FD)