Çavkanî û fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Giuseppe Conte, Serokwezîrê Îtalyayê ragihandîye, li welêt ji îro pê ve ji ber vîrûsa Covîd-19ê xeynî xizmetên ji bo gel, wê hemû çalakîyên bazirganiyê bên rawestandin.
Ji ber vîrûsa covîd-19ê li Îtalyayê hejmara mirî û berketîyan her diçe zêde dibe. Ji ber vê jî hukumetê roja dûşema borî hin tedbîrên sînordar ragihandibû. Ji ber zêdebûna nexweşan hukumeta Îtalyayê çarçoveya tedbîran berfirehtir kirî ye.
Giuseppe Conte, Serokê Îtalyayê diyar kiriye, li pêş her tiştê tendirustîya îtalyayîyan ji bo me girînge û gotîye: "Bê market û dermanxaneyên ku pêdivîyên bingehîn lê tê peyda kirin, ji sibê pê ve hemû mexaze û kargeyên bazirganî wê bên girtin. Hemû kargehên weke xwaringeh, kafe û bar wê xebatên wan bên rawestandin. Dê xizmetên serwîsî ji bo malan bidome."
Herweha li Îtalyayê heta niha hejmara kesên ji ber vîrusê mirîne derketiye 827 kesan, hejmera berketîyan geyîştiye 12 hezar û 462yan.
DYAyê geştên Ewropayê daye rawestandin
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ragihandîye, ji bilî Îngiltereyê hatina kesên ji Ewropayê têne Amerîkayê ji bo 30 rojan hatiye rawestandin.
Trumpî gotiye, Ewropayê di mijara girtina tevdîran da bi ser neket, ji ber vê kesên ji welatan Ewropayê tên bo Amerîkayê vîrus bi xwe ra anî ye.
Trumpî anîye ziman, Brîtanya ne di nav vê biryarê da ye, ev tevdîr wê tesîrê li ser bazirganî û kargoyê neke.
Tirkîye di nav welatên Ewropayê yen ku geşten wan hatine sînordar kirin da nîne.
Welatên ku DYAyê ji ber vîrûsê geştên wan dane rawestandin ev in:
Avûstûrya, Belçîka, Çekya, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya,Fransa, Almanya, Yewnanistan, Macaristan, İzlanda, İtalya, Letonya, Lîhtenştayn, Lîtvanya, Luksemburg, Malta, Hollanda, Norveç, Polonya, Portekîz, Slovakya, Slovenya, Îspanya, Swêd û Swîsre.
Tom Hanks û hevjîna wî Rîta Wîlson jî bi vîrusa covîd-19ê ketine
Aktorê Amerîkî Tom Hanksî ragihandiye ku ew û hevjîna wî Rita Wilson tûşî nexweşiya vîrûsa covîd-19ê bûne.
NBA ji ber covîd-19ê hemû pêşbirkên xwe daye rawestandin
Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) piştî ku bi lîstikvanekî wan ra vîrusa covîd-19ê hatîye tesbîtkirin hemû pêşbirkên xwe bêwext daye rawestandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya NBAyê da hatiye diyarkirin, ku bi lîstikvanekî tîma Utah Jazzê ra vîrusa koronayê hatiye tesbîtkirin û ji ber vê jî hemû lîstikên wan hatine betalkirin.
Encamên testa lîstikvanê basketbolê yê ku navê wî nehatîye eşkerekirin duh êvarê beriya lîstika ku dê di navbera Utah Jazz û Oklahoma City Thunderê da bihata lîstin hatîye ragihandin û pêşbirk hatiye betalkirin.
Herweha li Macaristan û Slovakyayê ji ber vîrûsa Covîd-19ê rewşa awarte hatîye ragihandin. (AO/AY/FD)