Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Îtalyayê eşkere kiribû ku heke bi referandûmê xelkê Îtalyayê guhertina Qanûna Bingehîn red bike, ew dê îstifa bike. Îtalyayê guhertina Qanûna Bingehîn red kir, Metteo Renzîyê serokwezîr dê îstifa bike.
Referandûm ji bo çi bû?
Bi referandûmê ji 139 maddeyên Qanûna Bingehîn a sala 1948ê, 47 madde dê bihatiyan guhertin.
Bi guhertinê desthilata senatoyê dê bihatiya kêmkirin. Dihat plankirin ku hejmara senatoran ji 315ê bibe 100.
Li gor sieta wî welatî dengdan di navbera siet 07.00ê sibeyê heta 23.00yê şevê dom kiriye.
Daxuyaniya Serokwezîrê Menzî
“Xelkê Îtalyayê bi zelalî bersiv da. Ew kesên digotin ‘na’ bi ser ketin. Ev binketinek e. Ev binketina min e. Ez ê dîwana wezîran kom bikim û ji bo serokkomarî îstifaya xwe binivîsim.”
(NV/MB)
*Wêne: Bariş Seçkîn – Roma / AA
**Me ev nûçe ji nûçeya Bariş Seçkînî ya li Ajansa Anadolûyê û ji nûçeya Ovgû Pinarê ya li BBC Turkçeyê berhev kiriye.