Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Hevrikiyê ya Îtalyayê bi hinceta ku bi zanebûn telefonên mobile ên modelkevin giran kirine 10 milyon euro ceza li Apple, pênc milyon euro ceza jî li Samsungê biriye.
Îtalya bûye yekem welatê ku di encama lêpirsînê de ceza la Apple û Samsungê vekiriye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji ber serî li rêyên neexlaqî dane, ceza li her du şîrketan hatiye birîn.
Saziyê her weha diyar kiriye ku ev helwesta her du şîrketan “liv û tevgerên neadil ên bazirganiyê ne.”
Xwediyê telefonan neçar dimînin û yên nû nikirin
Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku Apple û Samsung bi nûkirinan re dihêlin performansa telefonan bikevin û xwediyê telefonan neçar dimînin ku yên nû bikirin. Ji ber Apple ew zanyarî bi bikarhênerên Iphoneyan re par ve nekiriye, zedetir ceza lê hatiye birîn ku derbarê çawaniya dirêjkirina temenê pîlên telefonê de ye.
Apple demek berê qebûl kiribû ku ji bo temenê pîlên telefonên performansa wan kêm dibin dirêjtir bikin, ew bi zanebûn telefonan giran dikin. Ji ber vê jî gelek welatan lêpirsîn li ser Apple dabû destpêkirin.