Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku Mihraç Uralê ku li Sûriyeyê bi navê ‘Elî Kiyalî’ tê nasîn, dema hewl dida ji sînor bireve hat zeftkirin.
Dezgehên Sûriyeyê derbarê wê yekê de hûrgilî parve nekirin ku operasyon li ser kîjan xeta sînorî hat encamdan.
SANAyê destnîşan kir ku Mihraç Ural ji aliyê Servîsa Sîxuriyê ya Giştî ya Sûriyeyê ve hat zeftkirin ku ev jî “bi operasyoneke taybet ku di nav koordînasyona MİTê de hat encamdan”. Her weha fotografê Ural jî hate parve kirin.
المجرم علي كيالي، المعروف بـ"معراج أورال"، في قبضة جهاز الاستخبارات العامة، وذلك في عملية نوعية نُفذت بالتنسيق مع جهاز الاستخبارات التركي. #سانا https://t.co/DvgQn5ojMu
— الوكالة العربية السورية للأنباء - سانا (@Sana__gov) October 15, 2026
Hat îdiakirin li nêzî Beyrûtê revandine
Di çapemeniya Libnanê de jî derbarê cihê ku Ural lê hatiye zeftkirin û awayê encamdana operasyona hatiye kirin de agahiyên cuda cih girtin.
Televizyona MTVyê ya ku navenda wê li Libnanê ye îdia kir ku Ural ji mala xwe ya li Mansuriyeyê ku li bakurê rojhilatê Beyrûtê girêdayî herêma Metnê ye, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatiye revandin û paşê ew birine Sûriyeyê.
MTVyê ragihand ku di dema serdegirtinê de hevjîn û kurê Ural hatine girêdan û Şaxa Îstixbaratê ya serbi Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Libnanê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Malbenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye jî, li ser bingeha agahiyên ku ji çavkaniyên xwe wergirtine ragihand ku Ural piştî ku ji Nexweşxaneya Resulu’l-Azam a li Beyrûtê vegeriyaye, bi ser mala wî ya li Mansuriyeyê girtine û ew zeft kirine.
Malbendê ragihand ku kesên ku operasyon pêkanîne bi devoka Libnanê bi erebî axivîne, lê belê nasnameya wan hîn nehatiye diyarkirin.
Parvekirinên Balyozê Şamê Nuh Yilmazî
Balyozê Tirkiyeyê ê Şamê Nuh Yilmaz jî piştî nûçeyên girtina Ural, parvekirina xwe ya 4ê Cotmehê ji nû ve parve kir û nivîsî: “Elhamdulillah! Qehr û xezeba me li dijmin bibe malwêranî! eûzubillâh, eûzubillâh. xudâ ya şukr-i bihad!”
Yilmaz di 4ê Cotmehê de di parvekirina xwe de ragihandibû alîkarê Ural ê ku wekî Cemal Trablusi tê zanîn ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve hat zeftkirin û weha gotibû, “Gav bi Gav!!”.
Elhamdülillah! Kahrımız, gazabımız düşmana ziyân! eûzubillâh, eûzubillâh. hüdâ'ya şükr-i bihad!
— Nuh Yılmaz (@nuhyilmaz) October 15, 2026
Banga SOHRê ya ji bo darizandina li Baniyasê
Dezgehên Sûriyeyê Mihraç Ural di nav berpirsiyarên komkujiyên ku di sala 2013an de li Baniyasê hatine kirin de nîşan didin.
Di gundê El-Beyda ê bajarê Tartusê ya Sûriyeyê û taxa Ras el-Nebe ya Baniyasê de, di 2-3ê Gulana 2013an de di êrişên ku ji aliyê hêzên girêdayî rêveberiya Esad ve hatin kirin de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina Şopandinê a Mafên Mirovan (HRW) di Îlona 2013an de raporek weşandibû û li gorî wê raporê, hêzên hikûmetê û komên çekdar ên ku bi wan re, li du herêman herî kêm 248 kes kuştin.
Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî jî di rapora xwe ya sala 2013an de cih da tespîtên ku nîşan didin hêzên hikûmetê û komên çekdar ên ku bi wan re ji komkujiyan berpirsiyar in.
Raporên HRW û Komîsyona Lêpirsînê ya NYyê derbarê berpirsiyariya takekesî ya Ural a di êrişan de li xwe nagire. Lêbelê Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), di rapora xwe ya Gulana 2013an de Ural di nav berpirsiyarên komkujiya Baniyasê de nîşan dide. Ural jî sûcdariyên ku beşdarî komkujiyê bûye red dike.
SOHRê jî di nûçeya xwe ya derbarê girtina Ural de, ji ber van sûcdariyan bang kir ku di pêşberî dadgeheke serbixwe û rayedar de, bi awayekî aşkera ji bo raya giştî û adil bê darizandin. SOHRê her wiha daxwaz kir ku heke mercên hiqûqî dest bide, darizandin li bila Baniyasa ku komkujî lê qewimîne bê kirin.
Derbarê Mihraç Uralî de
Mihraç Ural di sala 1956an de li Antakyayê ji dayik bûye û di nav rêveberên rêxistina THKP-C/Acilciler cih girt ku di salên 1970yî de dixebitî.
Di biryara bi hincet a 5ê Hezîrana 2026an a 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya di derbarê Komkujiya Reyhanlıyê de îdiayek heye. Li gorî wê îdiayê, serokên THKP-C/Acilciler di sala 1976an de li Meletiyê hatin kuştin. Piştî vê bûyerê, rêveberiya rêxistinê kete destê Mihraç Ural.
Di biryarê de tê ragihandin ku Ural di sala 1979an de tevî Engin Erkiner ji girtîgehê reviyaye û di salên paşîn de xebatên rêxistinê birine Sûriyeyê.
Ural gelek salan li Sûriyeyê jiya. Xebatên wî yên bi taybetî li Lazqiyê û derdora wê û têkiliyên wî yên bi îstixbarata Sûriyeyê re di lêpirsîn û darizandinên edlî yên li Tirkiyeyê de jî bûn mijara dozê.
Di biryara bihincet a Doza Reyhanliyê de tê diyar kirin ku THKP-C/Acilciler bi piştgiriya rêveberiya Sûriyeyê rêxistineke çekdar a bi navê “Mukaveme Suriyye” (Berxwedana Sûriyeyê) ava kiriye û tevî hêzên girêdayî rêveberiya Beşar Esad beşdarî pevçûnan bûye.
Derbarê êrişa Reyhanliyê de bi çi tê sûcdarkirin?
“Mihraç Ural di nav wan bersûcan de ye ku di doza êrişa bombayî ya 11ê Gulana 2013an a li navçeya Reyhanliya Hatayê de di derbarê wan de biryara zeftkirinê heye.”
Di encama teqandina du wesayîtên bi bombeyan barkirî yên li Reyhanliyê de 52 kes ku pênc ji wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan, 155 kes birîndar bûn.
Di îdîanameyê de tê îdiakirin ku Ural bi navbeynkariya kesên peywendiya wan bi îstixbarata Sûriyeyê re hene di plankirin û birêxistinkirina êrişê de rol girtiye.
9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, di 5ê Hezîrana 2026an de di doza êrişa Reyhanliyê de Memet Gezer, Temir Dukanci û Cengiz Sertel 53 caran bi muebeta girîngkirî ceza kir. Dadgehê bi giştî 3 hezar û 921 sal cezayê girtîgehê her yek li bersûcan birî.
Dadgehê ji ber ku biryarên girtinê yên di derbarê wan de nehatin bi cih anîn, dosyeyên Mihraç Ural û Omar Alkhatip ji hev veqetandin û di esaseke cuda de tomar kirin. Dadgehê biryara zeftkirina Ural û Alkhatıp da berdewamkirin.
(VC/AY)
