Barzanî wek axaftvan beşdarî paneleke ku li Dihokê hat lidarxistin bû û der barê geşedanên dawîn ên li Iraqê û terorê da nirxandin kirin.
Barzanî got ku hemû pirsgirêkên Iraqê wekî pirsgirêkên xwe dibînin û wiha axivî: "Îstiqrara Iraqê ji bo xêra HKIyê ye jî. Di çarçoveya desthilatdariya Iraqê da divê hemû destkefiyên me û mafên me yên makezagonî bên parastin."
Barzanî qal kir ku rewşa halê hazir a li welêt encama pirsgirêkên aborî û siyasî yên 15 salên dawîn û paşguhkirina Destûra Bingehîn e û hişyarî da ku binpêkirina Destûra Bingehîn û prensîbên ku Iraqa nû li serê hat avakirin dê dewletê ber bi hilweşînê va bibe.
Barzanî da zanîn ku duh li Bexdayê bi hemû aliyên siyasî ra hat bal hev û wiha axivî: "Min ragihand ku di mijara ji nû va temînkirina îstiqrar û aramiya ku hewcehiya Iraqê pê heye HKI amade ye ku her cure piştgiriyê bide."
Barzanî behs kir ku pirsgirêkên li herêmê diqewimin encama xetayên siyasî yên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatin kirin e û ev xeta pirsgirêka Kurdan jî di nav da gelek pirsgirêkên li herêmê bêçareserî dihêle.
Barzaniyê Serokê HKIyê di axaftina xwe da li ser DEAŞa rêxistina terorê jî sekinî.
Barzanî diyar kir ku DEAŞ hê jî tehdîdeke cidî ye û hişyarî da ku rêxistin ji hêla îdeolojî û eskerî va hebûna xwe didomîne.
(MB)
*Çavkanî: Elif Orhan/AA