Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Tunca Ogreten, Metîn Yoksu, Omer Çelîk, E.S. û Mahîr Kanaat e-mailên Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak ên ji aliyê Redhack ve hatibûn eşkerekirin, kiribûn nûçe. Rojnamegeran ji ber vê yekê ceza xwaribûn û Dadgeha Istinafê cezayê li wan hatiye birîn pesend kiriye.
Dadgehê her wiha biryara beraetê ya ji bo Okatanê betal kiriye. Okatanê bi iddiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kiriye" dihat darizandin û di dozê de beraet kiribû. Istinafê hinceta xwe bi parvekirinên medyaya civakî yên Okatan û nûçeyên wî ve girêdaye.
Dadgeha Istinafê cezayê girtîgehê yê li 5 rojnamegeran hatibû birîn pesend kiriye û biryara beraetê ya Derya Okatanê jî betal kiriye. Rojnamegeran e-mailên Berat Albayrakî ên ji aliyê RedHackê ve hatibûn belavkirin, kiribûn nûçe.
Ji ber ku e-mailên Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yên Berat Albayrak ên ku ji aliye Redhackê ve hatibûn belavkirin kiribûn nûçe, xebatkarê BirGunê Mahîr Kanaat, Edîtorê berê yê Dîkenê Tunca Ogreten, Midûrê Nûçeyan ê DÎHAyê ku bi KHKyê hatibû girtin Omer Çelîk, nûçegîhanê DIHAyê Metîn Yoksû, Midirê Karên Nivîsan yê Rojnameya Yolculukê E.S. û Midira Berpirs ya ETHAyê Derya Okatan di 25ê Kanûna Pêşiya 2016an de hatibûn desteserkirin.
Ogreten, Kanaat û Çelîk piştî 24 rojan desteserkirî mabûn, hatin girtin, yên din jî di 17ê Kanûna Paşiya 2017an de hatibûn berdan.
* Navê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yolculukê E.S., li ser daxwaza wî/wê hatiye sansûrkirin.
(HA/AY)