Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevjînên israîlî yên bi tohmeta ku fotografên xaniyê Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî girtine, ji roja duşemê û vir ve desteserkirî ne.
Çapemeniya Israîlê ragihandiye ku jineke israîlî ya tevlî hevjînê xwe ji bo betlaneyê hatiye Stenbolê, tevlî mesaja “çi xaniyekî xweşik” fotografê xaniyekî şandiye.
Li gorî nûçeya Times Of Israelê, hevjîn û malbatên wan bi israr dibêjin, wan nedizanîbû ku li Tirkiyeyê girtina fotogarafên saziyeke fermî qedexe ye.
Dadgehê 12ê Çiriya Paşiyê dema desteserkirina her du israîliyan ji bo 20 rojan dirêj kiriye. Rayedarên tirkan gotine, guman ew e ku hevjînan sîxurtî kiriye.
“Her du jî ajokar in”
Parêzerên israîlî yê hevjînan, roja şemiyê hatiye Stenbolê û ji bo tehliyekirina wan dest bi kar kiriye. Li gorî nûçeya Kanal 12ê, konsolxaneya Israîlê ya li Stenbolê hîna hevjîn nedîtiye û rayedarên israîlî hewl didin ku wan bibînin.
Di vê navberê de malbatên hevjînan, ji bo bikaribin lêçûnên dadgehê dabîn bikin, dest bi kampanyayek alîkariyê kirine.
Rayedarên israîlî tohmetên sîxuriyê bi awayekî fermî red kirine û gotine ku hevjîn ajokarên otobusan in.
Kanal 12, televizyona israîlî ragihandiye, “Hikûmeta Israîlê ditirse ku Serokomarê Komara Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdogan krîzê îstîsmar bike û ji bo azadkirina hevjînan berdêlekê ji Israîlê bixwaze.” (PT/FD)