Wêne: Arşîv
Îsraîlê duhî ragihandiye ku firokên wê, jibo tolhildana êrîşa roketî ya roja Sêşemê, bi dehan armancên Îranî û Sûriyeyê yên li hindurê Sûrîyê xistine.
Di nûçeyeka dengeamerika.com de hatiye diyarkirin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahuyî gotiye:
“Min berê jî bi eşkereyî gotibû ku kî dê dilê me biêşîne, emê jî wan biêşînin. Tiştê ku me şeva Çarşemê kirî jî ev bû ku me armancên leşkerî yên hêza El Quds ya Îranî û yên artêşa Sûrî kirin armanc,”
Medya dewleta Sûriyeyê ragihandiye ku di êrîşên Îsraîlê de 2 sivîl hatine kuştin, jimareke kesên din jî birîndar bûn.
Televîzyona dewleta Sûriyeyê îdia kir ku sîstema berevanîyê ya Sûriyeyê piranîya mûşekên Îsraîlî rûxandine, berî ku ew bigehijin paytext Şamê.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî rahihand ku di êrîşên Îsraîlê de 11 kes hatine kuştin ku 7 ji wan ne ji Sûrîyê ne.
(MB)
Çavkanî: VOA Kurdish (dengeamerikaye), SANA