Wezareta Tenduristiye ya Filistine ya li Xezeyê aşkere ku Arteşa İsraile li bajarê Deyr el-Belaha Xezeyê êrişî Dibistana Rufeydeyê ya ku Filistiniyen koçberbûne weke strargeh bikartîne, kir.
Di êrîşê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 28 filistînî mirin. Hat ragihandin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê de zêdeyî 54 kes birîndar bûne û di nav birîndaran de yên rewşa wan giran jî hene.
Bi hejmaran encama şerê ku saleke li Xezeyê didome
190 stargeh hatin bombarankirin
Ofîsa medyayê ya hikûmeta Xezeyê daxuyanî daye û diyar kiriye ku artêşa Îsraîlê zanîbû ku dibistana bombe lê barandiye bi hezaran Filistînîyan dihewîne.
Hat ragihandin ku bi vê qetlîamê re hejmara sitargehên yên ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin bombekirin derket 190î.
Di daxuyaniyê de bang li hemû cîhanê hat kirin ku komkujiyên artêşa Îsraîlê şermezar bikin û zextê li Îsraîlê bike da ku êrîşên xwe rawestîne.
(AS/AY)