Îsraîlê li bakurê Xezeyê êrişî dibistaneke ku kesên ji cih û warên xwe bûne lê diman, kir. Di êrîşê de herî kêm 43 kes mirin.
Li gor nûçeya AAye, Rêvebirê Ofisa Medyaye ya Hikümeta Filistine ya li Xezeye İsmail es-Sevabite ragihandiye ku ÎsraÎle erişî Dibistana Xelil Uweyda ya li bajaroka Beyt Hanunê ye ku Filistiniyen ji cih û warên xwe bûne lê diman kir.
Îsmaîl es-Sevabite da zanîn ku di êrîşê de herî kêm 43 kes mirin. Her weha Sevabite diyar kir ku Îsrailê ji 7e Cotmeha 2023an vir ve ji 213an zedetir stargeh kirine hedef.
Sevabite destnîşan kir ku Îsrailê li Xezeye 4 wezîfedarên parastina sivîl jî kuştin û got ku ji destpêka êrîşan heta niha 94 wezîfedar mirine.
Sevabîte got ku di êrîşên 2 rojên dawî yên li dijî Kampa Nûseyratê û Wargeha Penaberan a Bûraycê ya ku li navenda Xezeyê ye, 42 Filistînî mirin.
Di êrîşên Îsraîlên yên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezeyê 44 hezar û 976 Filistînî ku ji wan 17 hezar û 492 zarok û 11 hezar û 979 jin in, mirin û 106 hezar û 759 kes jî birîndar bûn.
(RT/AY)