Îsraîlê, li Xezeyê agirbest di 315 rojan de 4 hezar û 379 caran binpê kir
Hat ragihandin ku Îsraîlê, li Xezeyê, di 315 rojên piştî ketina meriyetê ya peymana agirbestê de peyman 4 hezar û 379 caran binpê kiriye.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta li Xezeyê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên Îsraîlê yên ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve weşand.
Li gorî raporê, Îsraîlê di 315 rojên piştî ketina meriyetê ya peymana agirbestê de peyman 4 hezar û 379 caran binpê kiriye. Her weha di êrîşên Îsraîlê de 1286 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 257 filistînî birîndar bûn û 180 kes jî hatin desteserkirin.
Li Xezeyê ku piştî êrîşên Îsraîlê zêdetirî 8 hezar kesî hê jî di bin kavilan de ne, di vê demê de cenazeyên 813 kesan ji bin kavilan hatin derxistin.
Rêjeya alîkariya ku gihîştiye Xezeyê di sedî 35an de ma
Di raporê de daneyên derbarê alîkariyên mirovî yên ku di çarçoveya agirbestê de diviya biketina Xezeyê jî hatin parvekirin.
Li gorî van daneyan, heta roja 315emîn a agirbestê ji 189 hezar tirên alîkariyê ku dihate pêşbînîkirin bikevin Xezeyê, tenê 66 hezar û 607 tir derbasî herêmê bûn. Hat ragihandin ku ev hejmar jî ji sedî 35ê alîkariyan e.
Hate tomarkirin ku di çarçoveya peymanê de ji 29 hezar û 800 kesên ku dihate pêşbînîkirin derkevin derveyî Xezeyê, tenê destûr hat dayîn ku 11 hezar û 759 kes derkevin, ku ev jî dike ji sedî 39ê wan.
(VC/AY)