Li gorî daxuyaniya Artêşa Şoreşê ya Îranê ku televîzyona fermî ya Îranê weşandiye, Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîye di encama "êrîşa terorîstî" ya li dijî mala ku li Tehranê lê dima de, mir.
Hamasê piştrast kir ku Heniye di êrîşê de miriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hamasê de hat diyarkirin ku Heniye ji bo beşdarî merasima sondxwarina Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe çûbû Tehranê..
Hat ragihandin ku piştî merasîmê di êrîşa hewayî ya ku artêşa Îsraîlê li dijî mala wî ya li Tehranê pêk anî de Haniye û pasewanê wî mir.
Ji rêvebirên payebilind ên rêxistinê Mûsa Ebû Merzuk ji televîzyona El-Aksa ya Hamasê re axivî û got, "Ev kiryara tirsonek wê bê bersiv nemîne."
Heniye, bi Xamineyî û Pezeşkiyan re civîyabû
Serokê Hemasê Heniye duh (30ê Tîrmehê) ji bo beşdarî merasima sondxwarina Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe çûbû Tehranê û civînên curbicur pêk anîbû.
Heniye bi rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin pêk anî.
(VC/AY)