Cemiyeta Dîlgirtiyên Filistînê derbarê zarokên ku ji 7ê Çiriya Pêşiya 2023an vir ve li Şerîeya Rojava hatin desteserkirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê herî kêm 640 zarok desteser kirine, hinek ji wan zarokan serbest hatin berdan, hinek jî di girtîgehê de ne.
“250 zarok hatin îşkencekirin”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li girtîgehên Îsraîlê nêzî 250 zarok rastî îşkenceyê hatine û komek zarokên ku ji Xezeyê hatibûn desteserkirin jî li girtîgeheke bakurê Îsraîlê tên ragirtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlî duh li Ramallahê zarokek 7 salî desteserkirin û piştî çend saetan ew berdan û her weha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ew zaroka rastî lêdanê hatiye û bi qestî li cihekî ji mala wî dûr hatiye hiştin.
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve yên li ser Xezeyê de 37 hezar û 347 Filistînî ku herî kêm 15 hezar û 694 jê zarok in hatin kuştin û 85 hezar û 372 kes jî birîndar bûn.
(AS/AY)