Arteşa İsraile li gelek bajaren herêma Şerieya Rojava ya ku dagirkiri ye serdegirtinên xwe yên şevê dewam kir û 2 jê rojnameger gelek Fîlîstinî desteser kirin.
Li gorî şahidên ku ji Ajansa Anadolûyê (AA) re ragihandine, artêşa Îsraîlê bi wesayîtên leşkerî bi ser kampûsa Zanîngeha Bîrzeît a Rimêlanê girtin.
Leşkerên Îsraîlê li bajarê El Xelîlê bi ser malan de girtin 2 rojnamegerên bi navê Muhammed el-Atraş û Amîr Ebû Arafe desteser kirin.
Her wiha hêzên Îsraîlê bi ser bajarokên Devra, Harsa, Halhul ên bajarê El Xelîlê û Kampa Penaberan a El-Erubê de girtin û gelek Filistînî desteser kirin.
Leşkerên Îsraîlîê bi ser bajarên Beytullahîm, Ramallah, Nablus, Kalkilye û Erîhayê de jî girtin. Li gelek herêmên ku serdegirtin pêk hatin, di navbera leşkerên Îsraîlê û filistîniyan de bûyer derketin.
Di navbera leşkerên Îsraîlî û berxwedêrên çekdar ên Filistînê yên ku êrîşî Kampa Penaberan a Akbet Cebr a li nêzî Erîhayê û bajarê Qelqelîyayê kirin de pevçûn derket.
(HA/AY)