Kamîl Karakî kameramanê televîzyona El Manar a Hîzbullahê di êrîşa hewayî ya ku artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê pêk anî de jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser hesabê medyaya civakî ya televîzyona El Manar a Lubnanê hat dayîn de wiha hat gotin: "Em ji bo hevalê xwe yê kameraman Kamil Karakî yê ku di êrîşa hewayî ya siyonîst a li başûr de jiyana xwe ji dest da, şînê digirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Karakî yê ji bajaroka Kantara ya li başûrê welêt e, zêdeyî 25 sal in di televîzyona Al Manarê de dixebite.
Sendîkaya Rojnamegerên Lubnanê (LPS) êrîşên Îsraîlê yên li dijî rojnamegeran şermezar kir.
Roja sêyemîn a êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê: 500 hezar kes koçber bûn
Arteşa Îsraîlê di sibêha 23ê Îlonê de li dijî Lubnanê êrîşên hewayî destpêkir. Duh nûçegîhanê televîzyona Al Mayadeenê Hadî es Seyyîd di encama êrişên Îsraîlê de mir.