Êrîşên ku Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dan dest pê kirin, li Lubnanê jî belav bûn.
Hizbullahê ragihand ku di şeva di navbera Yekşem û Duşemê de wan bi "muşek û dronanan" baregeha parastina mûşekî ya Mişmar el-Kermel li başûrê Heyfayê hedef girt.
"Navenda Enformasyona Şer" (Ilam al-Harbi) a rêxistinê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku êrîş ji bo tolhildana kuştina Rêberê Olî ê Îranê Elî Xameneyî ji aliyê Îsraîlê ve û her wiha ji bo parastina Lubnanê û gelê wê hatine kirin.
Li dijî Lubnanê êrîşên hewayî
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan hîzbûllah kiriye hedef û li seranserê Lubnanê êrîşên hewayî da destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di daxuyaniyê hatiye îdia kirin ku "kesayetên payebilind ên Hizbullahê" li Beyrûtê û "kesayetek sereke" li başûrê Lubnanê hatine hedefgirtin û her wiha da zanîn ku hûrguliyên êrîşan dê paşê werin parvekirin.
Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr diyar kir ku "Me êrîşek li dijî Hizbullahê daye destpêkirin. Divê em ji bo şerek demdirêj amade bibin", di heman demê de Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî got, "Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim, ku di bin zexta Îranê de biryar da ku êrîş bike, niha ji bo suîqestê bûye hedefa kuştinê."
Di heman demê de Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser paytext Beyrût û herêmên başûr de herî kêm 31 kes hatine kuştin û 149 kes jî birîndar bûne.

DYA û Îsraîlê êrişî Îranê kir
Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind a Lubnanê jî ragihand ku hemû dibistanên taybet û giştî, û her weha saziyên perwerdehiya pîşeyî û teknîkî, ji ber êrîşên Îsraîlê perwerde rawestandine.
مشاهد للدمار الواسع الذي خلّفه العدوان الإسرائيلي على #الضاحية_الجنوبية لبيروت. #الميادين_لبنان pic.twitter.com/qdc2l347Ig
— الميادين لبنان (@mayadeenlebanon) March 2, 2026
Bi hezaran kes ber bi bakur ve koç dikin
Berdevka Artêşa Îsraîlê Ella Waweya di peyameke vîdyoyî de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û ragihand ku zêdetirî 50 wargehên li başûrê Lubnanê û Geliyê Bekaayê dê bibin hedef û bang li niştecihan kir ku tavilê malên xwe vala bikin.
Waweya ji niştecihên van wargehan xwest ku ber bi deverên vekirî yên herî kêm 1000 metre dûr ve biçin.
Piştî vê daxuyaniyê, bi hezaran kes li başûrê Lubnanê û Geliyê Bekaayê dest bi koçkirina ber bi bakur ve kirin.
Kesên ku ji ber gefên êrîşên Îsraîlê neçar man ku malên xwe biterikînin li ser rêyan trafîkeke giran çêkirin.

Heyva Sor a Îranê: Di encama êrişan de 555 kes mirin e

Daxuyaniya Serokkomar Avn
Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê şermezar kir.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê Avn got ku avêtina roketan ji axa Lubnanê ber bi Îsraîlê xetereya kişandina welêt di pevçûnên leşkerî yên xeternak de li herêmê çêdike û ev yek hewlên dewletê yên ji bo dûrxistina Lubnanê ji pevçûnan hedef digire.
Avn êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Lubnanê jî şermezar kir û hişyarî da ku vegerandina Lubnanê bo "platformek ji bo şerên piştgiriyê yên ku ti eleqeya wan bi wê re tune ye" dê welêt bi xetereyên nû re rû bi rû bihêle.

(VC/AY)
