Cemiyeta Dîlgirtiyên Filistînê derbarê rojnamegerên ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên 7ê Çiriya Pêşiya 2023an vir ve li Xezeyê û Şerîeya Rojava hatin desteserkirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlî ligel qirkirina gelê Filistînê çalakiyên êrîş, gef, girtin û desteserkirinê jî zêde kirine.
49 rojnameger hêj girtî ne
Cemiyeta Dîlgirtiyan ragihand ku Îsraîlê ji êrîşên ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li Xezeyê 80 rojnamegerên Filistînî desteser kirine ango girtine. 49 jê hêj di destê hêzên Îsraîlê de ne.
Hat diyar kirin ku herî dawî li El Xelilê rojnamevanên bi navê Bîlal Tavil û Mahmud Fatafata hatine desteserkirin û bi hinceta “temamkirina lêpirsînê” pêvajoya desteserkirina wan heta 9ê Hezîranê hatiye dirêjkirin.
Ji 4 rojnamegerên jin ên hatine desteserkirin jê Îhlas Savalha, Buşra Tavîl û Esma bi hêceta “girtiyên îdarî ne” û Rula Hasaneyn jî bi tohmeta "provokasyonê" tê girtin.
Rojnamegera jin Sumeyye Cevabira jî di "Zîndanîkirina li malê" de tê girtin.
12 rojnameger bi zorê hatin windakirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Xezeyê 12 rojnameger bi darêzorê hatin windakirin û piraniya wan di serdegirtina Nexweşxaneya Şîfa ya 16ê Mijdarê de ku nêzî 10 rojan dom kir de hatin desteserkirin.
Cemiyeta Dîlgirtiyên Filistînê bang li hemû saziyên navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî kir ku berpirsyariya rojnamegerên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine desteserkirin û girtin bigirin.
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve yên li ser Xeta Xezeyê de 36 hezar û 439 Filistînî ku herî kêm 15 hezar û 328 jê zarok bûn mirin û 82 hezar û 627 kes jî birîndar bûn.
(AS/AY)