Artêşa Îsraîlê êrîşî beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Şîfayê ya li Xeta Xezeye da.
Wezîra Tenduristiyê ya Filistînê Mey Keyleyê ragihand ku “Ya bi temamî ji jiyana karmendên tenduristiyê, nexweşan û kesên ji cîh û warên xwe bûne yên li Kompleksa Şîfayê berpirsiyar e, hêzên dagirker in.”
Li gorî nûçeya AAyê, Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan operasyoneke leşkerî li dijî beşeke Navenda Tibê ya Şîfayê ya li Xezeyê daye destpêkirin.
Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Dr. Munir el-Bûrşî ji Al Jazeerayê re got ku leşkerên îsraîlî girtiye li ser aliyê rojava yê kampusa nexweşxaneyê.
Li beşa nexweşiyên giran da
Li gorî dîmenên ku Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê weşand, bombe li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Şîfayê ketiye. Ev der di bin dorpêça Artêşa Îsraîlê de ye û ji ber sotemenî peyda nabe, rewşa lezgîn lê heye.
Li gorî ragihandina doktoran, nexweşên di beşa nexweşiyên giran de dihatin ragirtin, ji ber rewşa nû, birine cihekî din. Ev nexweş berê jî ji ber êrîşan û nebûna sotemeniyê, li nava nexweşxaneyê cihê wan hatibû guhertin.
Li gorî dîmenên Wezareta Tenduristiyê weşandiye, zêdetirî 30 pitik ji kuvozan derxistine û karmendên nexweşxaneyê û sivîlên dilxwaz ew ji beşa jidayikbûnê birine cihên bi ewle.
Hamasê daxuyaniyek weşand
Ûsame Hamdan, yek ji rêvebirên payebilind ên Hamasê li Beyrûtê, paytexta Libnanê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hamdanî got, hemû cîhan dibine ku Artêşa Îsraîlê nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê û binesaziyê bombebaran dike, gel ji xizmetên esasî bêpar dihêle û filistîniyan neçarî koçberiyê dike. Li gorî gotina Hamdanî “Dagirker bi vê re dixwaze ku Nekbeya (karesat) sala 1948an dubare bike.”
Hamdanî diyar kir ku ji 35 nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê kar dikirin, xizmet li 25 ji wan sekiniye û Artêşa Îsraîlê 95 avahiyên saziyên fermî, 253 dibistan, 71 mizgeft û 3 dêr rûxandine.
Rêvebirê Hamasê got ku doktor neçar mane 179 cenazeyên li Nexweşxaneya Xezeyê bixin goreke komî û bertek nîşanî NY û saziyên navnetewî daye: “Ji bo hatina alîkariya mirovî û şandina birîndarên birînên wan xedar, hîna em li bendê ne Deriyê Sînorî yê Refahê bi temamî û daîmî vebe.” (AS/FD)