Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku Îsraîlê "êrişeke rêlibergirtinê" li dijî Îranê daye destpêkirin. Katz diyar kir ku li Îsraîlê "rewşa awarte" hatiye ragihandin.
Di heman demê de, Îsraîlê qada xwe ya hewayî ji firînan re girt. Her weha Wezîrê Parastinê Katz ragihand ku li seranserê Îsraîlê rewşa awarte hatiye ragihandin, ku tavilê dikeve meriyetê.
Li gorî nûçeya Rûdawê li paytext Tehranê dengê 4 teqînan hatiye bihîstin. Ji nava Tehranê wêne û dîmenên êrişan belav dibin.
#VÎDEO - Dûman ji Tehrana paytexta Îranê bilind dibe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2026
🛑 Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand ku wan dest bi êrişê kiriye
#Israel #Iran pic.twitter.com/HloVcr4Sq1
Her weha Kanal 12a Îsraîlê ragihand ku li seranserê Îsraîlê dengê sîrenan tê. Li gorî nûçeyan, Îsraîlê piştî êrişa li ser Îranê ragihand ku wê qada xwe ya asmanî girtiye.
Ajansa Associated Pressê (AP) ragihand ku Amerîka tevlî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bûye.
Rayedarên Amerîkayî piştrast dikin
Rayedarekî Amerîkayî yê ku ji APyê re axivî û ji operasyonê agahdar e, diyar kir ku Amerîka beşdarî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bûye.
Rayedarên Amerîkayî û Îsraîlî yên ku ji The New York Timesê re axivîn jî diyar kir ku Amerîka û Îsraîl bi hev re êrişî Îranê dikin.
Du rayedarên Amerîkayî ji CNNê re piştrast kir ku Amerîka li dijî Îranê êrişan pêk tîne. Yekî ji wan rayedaran diyar kir ku êriş didomin û got, "Ev ne êrişeke biçûk e." Heta niha rêveberiya Amerîkayê derbarê mijarê de ti daxuyaniya fermî nedaye.

"Malên serkirdeyan jî hatin hedefgirtin"
Kanal 12a Îsraîlê jî îdia kir ku êrişan ne tenê navendên nukleer û leşkerî, malên serkirdeyên Îranê û tesîsên serokomariyê jî kirine hedef.
Her wiha hat diyarkirin ku cihên avêtina mûşekan ên ku Îranê dikarîbû bi wan êrişî Îsraîlê bike, hedefên sereke bûne.
#Canlı: İran’ın başkenti Tahran’da patlama sesleri duyuldu https://t.co/KmZEgMWliD
— AA Canlı (@AACanli) February 28, 2026
Îraqê asmanê xwe girt
Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand ku asmanê welêt bi temamî hatiye girtin. Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysam Safî ji Rûdawê re axiviye û gotiye:
"Piştî valakirina asmanê Îraqê, niha asîmanê welêt bi temamî hatiye girtin."
Medyaya Amerîkayê jî pişt re belav kir ku ew êriş bi Amerîkayê re bi hevparî hatiye kirin.
(AY)
Çavkanî: Rûdaw, AA
