Balafirên şer ên Îsraîlê li hin deverên Xezeyê û li dibistaneke girêdayî Ajansa Alîkariya Penaberan a Filistînê (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Kesên ku malên xwe terikandine li wê dibistanê bi cih bûne.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê şeva borî Îsraîlê li Kampa Penaberan a Xan Yûnisê ya li başûrê Xezeyê ye li dibistaneke UNRWAyê xist. Di êrîşa li ser dibistana UNRWAyê de ku kesên malên xwe terikandine li wir bi cih bûne. kuştî û birîndar hene.
Her weha artêşa Îsraîlê êrişî maleke li nêzî Dibistana Ehmed Ebdulezîzî ku li herêma Xan Yûnisê ye, kir. Hate diyarkirin ku di encama êrîşên hewayî de kuştî û birîndar hene.
9 kes mirine
Di nûçeyeke din a WAFAyê de hat ragihandin ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de ku mala malbata El-Bekrî ya li başûrê Xan Yûnisêyê kiriye hedef, 7 jê zarok herî kêm 9 kes mirine.
Hat diyarkirin ku di bin xirbeyên mala ku di encama bombebarana dijwar de hilweşiyaye de hîn kes hene.
Herêma Refahê
Eşref el-Qudra Berdevkê Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê di daxuyaniya xwe ya li ser rûpela fermî ya wezaretê ya Facebookê da diyar kir ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên li ser Xan Yûnis û herêma Refahê ya nêzî sînorê Misrê de piraniya wan zarok û jin gelek kes mirine. Kudra derbarê mirî û birîndaran de agahî neda.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê ku ji şahidên li herêma Refahê zanyarî stendiye, di du malên ku ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatin hedefgirtin de 20 kes mirine.
Êrîşî kampa penaberan kirin
Her wiha hat ragihandin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Kampa Penaberan a Nusayratê ya li Xezeyê de pitikekî biçûk mir û hinek kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku li herêma Cibalya ya Xezeyê balafirên şer ên Îsraîlê li malekê xistine û di encamê de 13 Filistînî mirine û 15 kesên ku piraniya wan zarok û jin in jî birîndar bûn.
Li Şerîeya Rojava 4 Fîlîstînî hatin kuştin
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên duh bi şev li gelek bajarok û gundên Şerîeya Rojava de 4 Filistînî mirine û bi dehan kes jî birîndar bûn.
(AS/AY)