Artêşa Îsraîlê îro danê sibê êrîşên esmanî yên berfireh li dijî Lubnanê pêk anî. Di êrîşan de gelek herêm li başûr û rojhilatê Lubnanê bûn hedef.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA), Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 492 kes mirin û 1645 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di nav mirî û birîndaran de zarok, jin û xebatkarên tenduristiyê hene.
Hat ragihandin ku piştî êrîşên Îsraîlê ji herêmên başûr ber bi paytext Beyrûtê ve koçeke mezin çêbûye.
Li gorî malpera nûçeyan a Lubnanê Debate ku navenda wê li Beyrûtê ye, Cebel Lubnan, Şuf, Baabda, Beyrut û hin dibistanên li başûr veguherandin navendên stargehê û dest bi hewandina sivîlên koçber kirin.
⚡️حركة نزوح كبيرة للأهالي من جنوب لبنان إلى بيروت والشمال
— Sputnik Arabic (@sputnik_ar) September 23, 2024
تشير تقارير إعلامية لبنانية إلى نزوح الأهالي من جنوب لبنان بأعداد كبيرة إلى بيروت والمناطق الشمالية بسبب القصف الإسرائيلي العنيف منذ صباح اليوم، واختناقات مرورية كبيرة على الطرق.
وحتى الآن، نفذ الجيش الإسرائيلي أكثر… pic.twitter.com/l13UIvcdte
Îsraîlê gotiye 'herêmê bicih bihêle'
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di saet 14.53an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi sernavê "Hişyariya lezgîn ji bo şêniyên Geliyê Bekaayê" peyamek parve kir.
Di peyamê de hat ragihandin ku beriya êrîşên hewayî yên "li dijî hedefên Hîzbullahê" dest pê bikin, 2 saetên sivîlan hene ku ji herêmê derkevin.
Mikatî: Îsraîl şerê qirkirinê dike
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê weke "şerê qirkirinê" bi nav kir.
Mikatî piştî Civîna Wezîran derbarê geşedanên dawî de daxuyanî da û fikara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ya başûrê Lubnanê wê bibe Xezeya duyemîn bi bîr xist.
Hîzbullahê bi roketan bersiv da
Piştî êrîşên dijwar ên asmanî yên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê, Hizbullahê bi qasî 35 roket avêtin herêmên bakurê Îsraîlê.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku 25 roket li derdora Amîad û Safedê ketine, ji wan hinek ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin astengkirin, hinek jî li qadên vekirî yên li derdora Amîadê ketin.
Hat diyarkirin ku ji 10 roketên ku ber bi herêma Celîlya Jêrîn ve hatine avêtin, hinek hatine xistin.
(VC/AY)