Di daxuyaniya nivîskî ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê de hat diyarkirin ku Îsraîlê li bajarokê Aytuyê êrîşa hewayî pêk anî.
Li gorî daneyên destpêkê di êrîşên Îsraîlê de 21 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne û her weha ji bo tespîtkirina nasnameyan xebat dewam dikin.
Artêşa Îsraîlê di 23ê Îlonê de bi sedan êrîşên esmanî li dijî bajarên başûrê Lubnanê û herwiha herêmên Bekaa û Baalbekê pêk anîn. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 8ê Cotmeha 2023an heta niha 104 jê zarok 194 jin bi giştî 2 hezar û 309 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 782 kes jî birîndar bûne. Li Lubnanê ji ber bombebarana Îsraîlê bi sed hezaran kes koçber bûn.
(AS/AY)