Nûçegihanê kanala nûçeyan a Al Mayadeen ku ji Lubnanê weşanê dike û bi nêzîkbûna xwe ya ji Hizbullahê re tê nasîn Hadî Es-Sayyid ê 22 salî jî di nav de zêdetirî 550 kes di bombebarana Îsraîlê de hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, El-Seyyîd dema li mala xwe ya li herêma Burc Rahhal a li nêzî Sûrê ya li başûrê Beyrûtê bû, bû hedefa balafira şer a Îsraîlê.
Serokê Tora Medyayî ya El Mayadeenê Ghassan Ben Ceddu di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata rojnamevanê jiyana xwe ji dest da re xwest.
Sendîkaya Çapemeniya Alternatîf a Lubnanê êrîş şermezar kir û banga lêpirsîneke serbixwe kir û got,"Rojnameger jî di nav de armanckirina sivîlan, sûcê şer e."
Şeva borî Berpirsê Weşana Giştî yê Maraya Internationalê Fadî Budiye dema ku mêvanê kanala i-News a Iraqê bû, rastî êrişa Îsraîlê hat û birîndar bû.
Di Mijdara sala borî de, Îsraîlê du rojnamevanên ji Al Mayadeenê, Farah Omer û Rabih Maamari, li başûrê Lubnanê kuştibûn.
Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Hîzbullahê de herî kêm 558 kes mirin.