Îsraîlê bertek nîşanî gotinên Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdoganî yên derbarê Îsraîl û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahûyî de daye. Serokwezîr, Wezîrê Kar û Barê Derve û serokê partiya mixalefetê bersiv dane Erdoganî.
Erdoganî duh di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê de Îsraîl bi gotina “dewleta terorê” penase kiribû.
Serokomar Erdogan: Îsraîl dewleta terorê ye
Li gorî nuçeya DW Tirkî, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahûyî got ku “Erdoganî ji Îsraîlê re gotiye dewleta terorê, lê di rastiyê de ew piştgiriya dewleta terorê ya Hamasê dike” û îdia kiriye ku “Erdoganî bi xwe gundên tirkan ên li nava Tirkiyeyê bombebaran kiriye.”
Wezîrê Kar û Barên Derve Elî Cohenî li ser hesabê xwe yê Xyê daxuyaniyek weşand û got, “Kesên mazûbaniyê ji terorîstên tûj re dikin û rêxistinên terorê teşwîq dikin, bila dersa exlaqê nedin dewleta Îsraîlê. Serokomarê Tirkiyeyê rastiyan berovacî dike û careke din li hêla şaş a dîrokê disekine. Li cem Îran, Libnan, Sûriye û Yemenê ye ku qatlîama 7ê Çiriya Pêşiyê ya li dijî îsraîliyan pîroz dikin.”
Li gorî gotinên Cohenî, Îsraîl dewleteke hiqûqê ye û li gorî hiqûqa navnetewî tev diğere: “Îsraîl wê şerê xwe yê li dijî rêxistina terorê Hamasê berdewam bike ku rêxistineke ji DAIŞê xirabtir e.”
Serokwezirê berê û serokê partiya mixalif a mezin Yaîr Lapîdî jî li ser hesabê xwe yê Xyê peyamek weşand û got: “Em ê dersa exlaqê ji Serokomar Erdoganî nestînin ku di mijara mafên mirovan de xwediyê karneyeke xirab e. Îsraîl li dijî terorîsên zilmkar ên Hamas-DAIŞê wê xwe biparêze. Destûr tê dayîn ku hin ji van di bin banê Erdoganî de kar bikin.”
Erdoganî gotibû: “Îsraîl dewleta terorê ye”
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan duh di Civîna Koma Parlamentoyê ya partiya xwe de axivî.
Erdoganî behsa êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê kir û got ku qetlîamên hikûmeta Îsraîlê 40 roj in bênavber didomin ku piştgiriya bêsînor a Amerîka û welatên Rojavayî wergirtiye. Erdoganî destnîşan kir ku Îsraîl dibistanan, mizgeftan, dêran, nexweşxaneyan, bazaran, avahiyan, kolanan bi zanebûn dike hedef û dixwaze bajarekî tevî mirovên di nava wê de bi temamî ji holê rake.
Erdoganî Îsraîl weke “dewleta terorê” penase kir û diyar kir ku sivîlên neçar hiştiye ji cih û warên xwe derkevin, bi zanebûn bombebaran dike:
“Ez niha bi dilekî vekirî û rehet dibêjim ku Îsraîl dewleta terorê ye. Tu dibêjî Hamas rêxistineke terorê ye. Hamas partiyeke siyasî ye ku li Filistînê ketiye hilbijartinê û bi ser ketiye. Piştî di hilbijartinê de bi ser ket, we mafê wê, mafên wê ji destê wê derxistin. Îsraîl û Amerîkayê bi hev re jê stendin. Divê em van rastiyan bibinin. Lê hîna li welatê min jî hin kesên nizanin, fam nakin hene ku Hamas partiyeke siyasî ye. (FD)