Artêşa Îsraîlê duh (17ê Mijdarê) li navenda Beyrût, paytexta Lubnanê, êrişî herêmên Ras en-Neba û Mar Îlyasê kirin.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA), di êrîşa li Ras en-Nebayê de avahiya 7 qatî ku navenda Partiya Sosyalîst a Baasê ya Ereb lê bû hedef hat girtin û avahî bi temamî hat rûxandin.
Li herêma Mar Îlyasê jî êrîşî mixazeya amûrên elektronîk kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristîyê ya Lubnanê, hat diyarkirin ku di êrîşa li ser Ras El-Nebayê de 1 jê jin 4 kes mirin û 2 jê zarok 14 kes jî birîndar bûn.
Wezaretê ragihand ku di êrîşa ku li herêma Mar Îlyasê hat kirin de 2 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Hîzbullah: Mihemmed Afîf mir
Hat ragihandin ku Berdevkê Hizbullahê û Berpirê Medyayê Mihemmed Afîf el Nebulsî di êrîşa Îsraîlê ya li Ras en-Nabayê de jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hîzbullahê de wiha hat gotin: "Em xemgîn in ku di êrîşa hovane ya ku ji aliyê sîyonîstên dijmin ve hat organîzekirin de Berpirsê Medyayê yê Hîzbullahê Mihemmed Afîf en-Nebulsî û birayên xwe yên berxwedêr hatin kuştin. Afîf dengê berxwedanê û yek ji kevirên bingehîn ên têkoşîna li eniya çapemeniyê bû."
Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşa ku Afîf jî tê de hat kuştin wek "kiryareke terorîstî" bi nav kir û şermezar kir.
Hamasê di peyama sersaxiyê ya ji bo Afîfê da wiha got: “Em vî sûcê hovane yê sîyonîstê dijmin pêk aniye bi tundî şermezar dikin. Kuştina kesayetek medyaya siyasî wê dengê berxwedanê qut neke.”
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê
Di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de di 8ê Cotmeha 2023an de şer dest pê kir lê şerekî gur nebû, ji meha Îlonê ve veguherî şerekî berfireh.
Artêşa Îsraîlê di 17-18ê Îlonê de bi bêtêlan û amûrên ragihandinê êriş pêk anî û her weha piştre li dijî rêberên leşkerî yên Hizbullahê êrişên sûîqestî kirin. Di 23ê Îlonê de jî êrîşên asmanî yên tund li başûr û rojhilatê Lubnanê pêk anîn.
Di 27ê Îlonê de Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hasan Nasrallah di êrîşeke hewayî ya li ser Beyrûtê de hat kuştin. Lê Hîzbullah bi roket û mûşekan bersiva Îsraîlê dide.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 8ê Cotmeha 2023an heta niha 3 hezar û 481 kes ku ji wan 896 jin û zarok, 210 jî xebatkarên tenduristiyê ne, mirine û 14 hezar û 786 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê zêdetirî milyon û 400 hezar kes koçber bûne. Hikûmeta Lubnanê jî ragihandiye ku zêdetirî 600 hezar kes ji koçî Sûriyê bûne.
(VC/AY)