Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêveberiya Îsraîlê ew pêşniyazname erê kiriye ku li gorî vê pêşniyaznameyê li Şerîaya Rojava wê hejmara avahiyan zêde bike. Di encama vê biryarê de wê li herêmê ji bo niştecihên cihû 6 hezar avahiyên nû bên avakirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Haaretsê ji bo filistîniyan tenê destûra 715 avahiyan hatiye dayîn.
Filistînî wê bikaribin li herêma Cyê ya Şerîaya Rojava van avahiyan ava bikin.
Di sala 1995ê de di navbera Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê û rêveberiya Îsraîlê de “Duyem Peymana Osloyê” hatibû îmzekirin û di encama vê peymanê de Şerîaya Rojava bibo sê herêm. Navê van herêman jî weke herêma A, B û Cyê hatibû diyarkirin.
Îsraîlê di sala 1967ê de Şerîaya Rojava dagir kiriye û li vir nêzîkî 250 avahiyên cihûyan heye.
Çima niha ev biryar hatiye dayîn?
Donald Trump, Serokê DYAyê û Jared Kushner, zava û serşêwirmendê Trumpî wê demeke din ‘peymana sedsalê’ aşkere bikin.
Li gorî şîroveyên ku di medyaya îsraîlê de hatine weşandin, ji bo welatên ereban jî beşdarî ‘peymana sedsalê’ ya li DYAyê bibin, Îsraîlê destûr daye ku filistînî 715 avahiyan ava bikin.
Trumpî di sala 2017ê de Quds weke paytexta Îsraîlê nas kiribû û helwesta rêveberiya DYAyê ya derbarê mijara Îsraîl û Filistînê de zelal kiribû. (PT/FD)
*Çavkanî: Haaretz, AA, Foreign Policy.