Piştî ku duh Îsraîlê li Xezeyê Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîstî bombebaran kir û di encamê de 500 kes mirin, li gelek deverên cîhanê çalakiyên protestoyî li dijî Îsraîlê pêk hatin.
Bi hezaran kes li bajarê Ramallahê yê Filistînê, li Qada Menarê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Her weha li bajarên Nablûs, Tûbas û Cenînê yên Şerîaya Rojava jî çalakî li dar ketin.
Di çalakiyan de Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas jî bi sedema “pasif maye” hat protestokirin. Polîsên filistînî midaxele li çalakgeran kir, li hin cîhan pevçûn di navbera polîsan û çalakgerena de derket.
Li Berlînê çalakgeran barîkat danîn
Li paytexta Berlînê ya Almanyayê, him li ber Deriyê Brandenbûrgê him jî li Neuköllnê bi sedan kes kom bûn û Îsraîl protesto kirin.
Li gorî nûçeya Spiegelê, çalakgeran ji bo Filistînê slogan avêtin û barikat danîn, agir vexistin. Polîsan bi ava şid û gaza rondikrêj midaxele kir û gelek çalakger desteser kirin.
Li Tehranê bi hezaran kes derketin kolanan
Li Tehranê, paytexta Îranê, bi hezaran kes daketin kolanan. Girse li Qada Filistînê kom bûn û ber bi balyozxaneyên Fransa û Ingilistanê ve meşiyan.
Çalakgeran alayên Filistînê hildan û li dijî Îsraîlê slogan berz kirin.
Li Urdin û Tunisê jî çalaki li dar ketin
Li Urdinê ji ber êrîşa li ser nexweşxaneyê, biryara girêdana şînê ya sê rojan hate ragihandin. Li paytext Ammanê, li ber Konsolxaneya Îsraîlê çalakgeran çalakiyek li dar xist. Di destên çalakgeran de alayên Filistînê hebûn.
Çalakgeran xwest bikevin nav avahiya Konsolxaneyê, lê polîsan bi bombeyên gazê midaxele kirin.
Li paytexta Tûnisê, li Kolana Habîb Bûrgîbayî çalakger li ber avahiya Konsolxaneya Fransayê ya li welêt kom bûn û êrîşên Îsraîlê protesto kirin.
Li ber Qesra Spî çalakiyeke girseyî pêk hat
Bi sedan kes li Washingtonê, paytexta DYAyê kom bûn û li ber Qesra Spî êrîşên Îsraîlê protesto kir. Tevgera Ciwanên Filistînê serkêşiya vê çalakiyê kir û di dema çalakiyê de li ser hev “Bes e ji qirkirina Filistînê re”, “Netanyahû tawanbarê şer e” berz kirin.
Li New York û çendîn bajarên din jî çalakî pêk hatin.
Li Kolombiyayê, bajarê Amerîkaya Başûr, çalakger li paytext Bogotayê li ber Konsolxaneya Filistînê kom bûn û xwestin dawî li êrîşan bên.
Li Kanadayê çalakiyên “Filistîna Azad” pêk hatin
Li bajarên Montreal û Torontoyê, bajarên Kanadayê, çalakiyên protestoyî pêk hatin. Di çalakiyan de gelek caran slogana “Filistîna Azad” hate berzkirin û êrîşa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneyê, hate protestokirin.
Li Libnan, Libya Cezayîr, Hollanda, Yemen, Fas û Iraqê jî bi sedan kesan çalakiyên protestoyî li dar xistin.
Çavkanî: AA, AP, Al Jazeera, Spiegel û The Guardian
(NT/FD)