Fotograf: AA
Bi mazûbaniya Donald Trump, Serokê DYAyê li Koşka Spî, Îsraîl, Îmarat û Bahreynê “Peymana Aştiyê” îmze kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, her yek ji Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulletîf Bin Raşid û Ebdulla Wezîrê Derve yê Îmaratê Bin Zayid beşdarî merasîma îmzakirinê bûne.
Donald Trumpî di merasîmê de peyman ji bo têkilîyên dîplomatîk yên navbera welatên Kendavê wek "berbanga Rojhilata Navîn ya nû" nirxandiye:
"Em vê pişt nîvroyê li vir in da ku rêka dîrokê biguherînin. Piştî dabeşkirin û nakokiyên bi dehan salan, em berbanga Rojhilata Navîn ya nû pîroz dikin, "
Trumpî di axaftina xweya merasîmê de gotiye ku Îsraîl, Îmarat û Bahreyn ew ê balyozxaneyan saz bikin, balyozan bêrdelî hev û din bikin û wekî hevkaran dest bi xebata hevpar bikin, ew heval in.
Netanyahû: “Rêya rast aştî ye”
Beriya îmzakirinê Benjamin Netanyahu, Serokwezîrê Israîlê, di gotarekê de diyar kiriye ku rêya rast aştî ye, û divê aştî di nava welatên navçeyê de peyda bibe. Netanyahûyî gotiye, ev prose dê bibe sedem ku hejmareke din a welatên Erebî tevlî pêvajoya aştiyê bibin û dawiyê li nakokiya Erebî û Îsraîlê bînin. (FD)
Çavkanî: dengê amerîka, rûdaw