Li gorî zanyariyên li ber dest, Îsraîlê ragihand ku ew amade ne li ser peymana dîlgirtiyan gotûbêjê bikin.
Baskê leşkerî yê Hamasê, Lîwaya İzzeddîn el-Qessamî ji bo sivîl û leşkerên di dema operasyona 7ê Çiriya Pêşiyê de dîl girtibûn, serbest berdin hin şert danîbûn pêşiya Îsraîlê.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Îsraîlê, KANê, rayedarekî îsraîlî got uk “Hamas dixwaze sotemenî biçe Xezeyê, girtiyên filistînî serbest bibin û agirbest bê ragihandin. Karûbar dipijin, di nêz de em ê hîn bibin bê ka ew çûne ku.”
Saziya Weşanê ya Îsraîlê jî ragihand ku Îsraîlê ev zanyarî daye navbeynkaran.
Ebû Ûbeyde: Di dema êrîşan de nêzîkî 50 dîlgirtî mirin
Berdevkê Lîwaya Îzzeddîn el-Qesamî Ebû Ûbeydeyî diyar kir ku di encama bombebarana Îsraîlê li dijî Xeta Xezeyê pêk anî de, nêzîkî 50 dîlgirtî mirin.
Li gorî komên berxwedêr ên filistînî di navbera 200 û 250 dîlgirtî hene. Hemasê heta niha 4 ji wan serbest kir.
Li gorî nûçeya Reutersê, ku spartiya artêşa Îsraîlê, hejmara dîlgirtiyan derketiye 229an.
Di nava vê hejmarê de 54 welatiyên Taylandê jî hene. (NT/FD)