Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) rapora xwe ya “Navendên Dermankirin û Rehabîlîtasyonê” aşkere kiriye.
Rapor di encama serlêdanên ji bo weqfê de hatiye amadekirin. Li gorî vê raporê kesên 5 salî jî û kesên 70 salî jî ji ber îşkence û kiryarên xirab serî li TIHVê didin.
Beşeke mezin a îşkence û van kiryaran di sala 2020an de, di dema qedexeyên derketina derve de pêk hatine. Her weha hejmara kesên li kolanan îşkence li wan hatine kirin zêde bûye.
Kesên li bajarên kurdan jidayik bûne, ji sedî 24,6ê serjimara Tirkiyeye ne. Di nava kesên ku îşkence li wan hatiye kirin de rêjeya kesên li van bajaran ji dayik bûne ji sedî 62,6 e.
Raporê diyar kiriye ku her ji çar kesan kesekê serî serî li saziyê dane, xwendekar in.
Stenbol di rêza yekem de ye
Raporê destnîşan kiriye ku di sala 2020n de 605 kesan serî li wan daye ku ji sedî 31,4 ango 190 kesî serî li Nûnertiya TIHVê ya Stenbolê dane. 128 kesî serî li Navenda Referansê ya Wanê, 116 kesî serî li Nûnertiya Amedê, 78 kesî serî li Nûnertiya Îzmîrê, 58 kesî serî li Nûnertiya Enqereyê, 35 kesî jî serî li Navenda Referansê ya Cizîrê daye.
Di sala 2020an de 572 kesî ji ber îşkence û kiryarên xirab, 2 kesî ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li derveyî îşkence û kiryarên xirab, 31 kesî weke xizmên kesên ku îşkence li wan hatine kirin serî li saziyê dane.
12 kes jî ji derveyî Tirkiyeyê serî li TIHVê dane.
Temenê serlêderan daketiye 5an
Ji sedî 62,5ê serlêderan mêr, ji sedî 36,5 jin, ji sedî 1 jî LGBTI+ ne.
Ji sedî 3,4 temenê wan di jêr 18yan ye ku di raporê de ev rewş wiha hatiye şîrovekirin: “Di sala 2020an de ji 5 salî heta 70 salî îşkence li her mirovî hatiye kirin.”
“Ji ber fikr û ramanên siyasî û nasnameyê…”
ji 562 kesên li Tirkiyeyî îşkence li wan hatiye kirin 507 kesî gotiye ku ew ji ber fikr û ramanên xwe yên siyasî, nasname û çalakiyên xwe hatine desteserkirin.
Raporê destnîşan kiriye ku digel şewba Covid-19ê û qedexeyan, di sala 2020an de rêjeya kesên serî li wan daye û gotiye we li derve an jî li kolanan îşkence bûne, derketiye ji sedî 61ê. Rêjeya kesên li malan hatine desteserkirin jî daketiye ji sedî 26,6ê.
Raporê destnîşan kiriye ku her ji 10 kesên îşkence li wan hatiye kirin herî hindik 4 kesan gotiye îşkenceya zayendî li wan hatiye kirin. (AS/FD)