Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) bîlançoya mirinên di dema karkirinê de ên meha Tebaxê aşkere kir.
Li gorî rapora Meclîsê di meha Tebaxê de herî kêm 179 karker mirine. Di heşt mehên destpêkê yên salê de jî herî kêm 1201 karker mirine. Ev jî tê wê wateyê ku her roj kêm zêde 6 karker di dema karkirinê de dimirin.
Her weha di meha Kanûna Paşiyê de 161, di meha Sibatê de 149, di meha Adarê de 124, di meha Nîsanê de 165, di meha Gulanê de 142, di meha Hezîranê de 137, di Tîrmehê de 144 karker di dema karî de mirine.
Di vê mehê de sê karkerên zarok yên di dema karî de mirine temenê wan di bin 14 salî de bû. 5 karkerên ciwan/zarok ku di meha Tebaxê de can dane, temenê wan di navbera 15-17an de bû, yên 38 karkeran di navbera 18 û 29an, yên 80yan di navbera 30-49an, yên 38an di navbera 50-64an, yên 9an jî 65 û berjir bû. Temenên 7 karkeran nehatine zanîn.
(HA/AY)