Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) rapora xwe ya Sibata 2022an aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Sibatê de herî kêm 106 karker mirine.
Di meha Kanûna Paşiya 2022an de jî 119 karker miribû. Bi vê hejmarê re di du mehên destpêkê yên sala 2022an de hejmara karkerên ku mirine bûye 225.
Ji 106 karkerên k udi meha Sibatê de mirine jê 97 bi maeş (karker û fermanber) bûne, 9 jî cotkar û esnaf bûne.
Ji kesên ku di dema karî de mirine jê 8 jin, 98 jî mêr bûne. Mirinên jinên karker di sektorên weke perwerde, bazirganî, buro, tenduristî û di qadên giştî de pêk hatiye.
Ji 5an yekê mirinên di dema karî de di sektora avahîsaziyê, ji sêyan yeke wan jî di sektora pîşsesaziyê de pêk hatiye. Meclîsê aşkere kiriye ku di vê mehê de herî kêm 4 motorkûrye mirine.
Dîsa di vê mehê de 9 koçber/penaberên karker mirine. Ji wan 5 welatiyê Sûriyeyê yên din jî welatiyên Endonezya, Îran, Ozbekistan, Rûsya û Sirbistanê bûne.
Di meha Sibatê de ji kesên ku mirine tene 4 jê sendîkayî bûne.
Zarokên karker jî dimirin
Di meha Sibatê de herî kêm sê zarok di dema karî de mirine. Ji wan yek karkerê çandiniyê, yek motokûrye û yê din jî stajyer bûye.
Di nav kesên ku mirine de 31 kedkar temenên wan li ser 51î bûye. Karkerên ku temenê wan li ser 51î bûye di qadên cotkarî, esnafî, çandinî, kanza, buro, metal, bînasazî, enerjî, barkêşî, tersane, tenduristî û şaredariyê de kar dikirin. Temenê 7 karkerên ku mirine nehatiye zanîn.
Temenê karkerên ku mirine wiha ye:
o 3 karker di navbera 15-17,
o 14 karker di navbera 18-27,
o 51 karker di navbera 28-50,
o 26 karker di navbera 51-64,
o 5 karker 65 û berjortir bûye.
o Temenê 7 karkeran nehatiye zanîn.
Karker li kîderê mirine?
Li gorî raporê karker herî zêde li Stenbolê mirine. Li wî bajarî di meha Sibatê de 25 karker mirine.
Piştî Stenbolê bajar bi bajar hejmara karkerên mirine weha ye:
Enqere 6, Bursa 6, Edene 4, İzmir 4, Riha 4, Aydin 3, Mereş 3, Mersin 3, Mûgla 3, Samsûn 3, Zonguldak 3, Antalya 2, Êlih 2, Çanakkale 2, Dîlok 2, Kirikkale 2, Kocaelî 2, Afyon 1, Artvin 1, Balıkesir1 , Bartın 1, Burdur 1, Giresun 1, Colemêrg 1, Hatay 1, Isparta 1, Karaman 1, Kastamonu 1, Kirklarelî 1, Kilis 1, Konya 1, Kutahya 1, Meletî 1, Manisa 1, Mêrdîn 1, Nîgde 1, Ordu 1, Sinop 1, Sêwaz 1, Trabzon 1, Uşak 1, Yalova 1, Kibrisa Bakûr 1 û Rûsya 1.
Navên karkerên ku di meha Sibatê de mirine ev in:
Osman Güngör, Hayati Ömür Ercedoğan, Faruk Yetkin, Mümin Sakin, Eshabil Keçe, Mustafa Hızır, İsa Çetinçakmak, Ercan Kala, Ahmet Şaşoğlu, Abdulkadir Onurlu, Hayri Altun, Gökhan Öztürk, Mehmet Emir, Emin Karanfil, Ümit Kurt, Kadir Ulama, Murat Bakan, Adil Dinler, Hanifi Öztürk, Mehmet Kızıltaş, Kenan Okurer, Jasim Waka, Uday Vehid, Majid Elseydi, Ahmed ., Ertan Erkan, Güngör Arslan, Ö.D., Şeyda Yazgan, Gülsüm Kuyar, Yılmaz Şahin, İsmail Karahan, Ahmet Yetiz, Neşe Gökdağ, Pınar Zeytin, Erhan Merzifon, Hasan Onur, Mevlüt Akbaba, Alparslan Demiroğlu, Harun Alpözen, Doğukan Akyiğit, Emrullah Erol, Rüzgâr Necat Beyhan, Murat Selvi, Hasan Bulut, Yüksel Eroğlu, Maşallah Öksüz, Mehmet Yılmaz, Halil İbrahim Çolak, Mustafa Sarıçiçek, Zafer Milli, Abdullah Aslan, Muhammet Cabran, Ahmet Alış, Ahmet Kartal, Niyazi Çerkeşli, Çelebi Şaban, Hasan Ramadan, Nuh Turan, İsa Demir, Nizamettin Erdem, İhsan Dayar, Hekim Gülalan, Şaban Ali Köse, Duran Temur, İbrahim Ş., Asım Akyel, Atilla Bagceci, Memduh Çakmak, Ziya Ada, Recep Yağmur, Necati İpekçi, Stevan Kokaji, Erkin Şeydanur, Selahattin Kanay, Hüseyin Hellaç, Soner Şimşek, Wendri ., Yücel Ulaşkın, Nurcan Kahraman, Büşra Hamamcı, Yücel Karadeniz, Sami Oflaz, Vahdettin Boğadur, Murat Özcan, Ceylan Öner, Ahmet Şahin, Güney Sarıkaya, Ali Diyapoğlu, Ahmet Rüştü Bayar, Bahadırhan Bıyıklı, Seyit Ahmet Aksu, Cihat Özoğul, Halil Kapan, Nurseven Baştürk, Mehmet Gül, Cengizhan Tetikişçi, Salih Demirkaya, Şahin Sesli, Ramazan Çalışkan, Şaban İmanlı, Harun Yılmaz, Gürbüz Bozkurt, Ahmet Çetin Genç û 2 karkerên ku navên wan nehatiye zanîn..(HA/AY)