Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran rapora xwe ya derbarê cînayetên kar de aşkere kir.
Di raporê de hat gotin ku “polîtîkayên neo-lîberal yên di 12ê Îlonê de destpê kir, di dema desthilatdariya AKPê de ku berdewamiya heman polîtîkayê ye kûrtir bûye. Di encama vê de di salên desthilatdariya AKPê de herî kêm 1571 karkerên madenê di encama cînayetên kar de mirin.
Li gorî daneyên di raporê de…
* Di dû mehên dawî yên sala 2002ê de herî kêm 11
* Di sala 2003ê de herî kêm 81
* Di sala 2004ê de herî kêm 68
* Di sala 2005ê de herî kêm 121
* Di sala 2006ê de herî kêm 80
* Di sala 2007ê de herî kêm 77
* Di sala 2008ê de herî kêm 66
* Di sala 2009ê de herî kêm 92
* Di sala 2010ê de herî kêm 125
* Di sala 2011ê de herê kêm 117
* Di sala 2012ê de herî kêm 81
* Di sala 2013ê de herî kêm 93
* Di saala 2014ê de herî kêm 386
* Di sala 2015ê de herî kêm 67
* Di sala 2016ê de herî kêm 74
* Di 4 mehên pêşîn ên sala 2017ê de herî kêm 32 karkerên madenê mirin.
Di raporê de 301 karkerên ku li Somayê hatin bîranîn û hat diyarkirin ku sedema cînayeta kar a li Somayê “zorkirina hilberanê” ye. (YY/FD)