Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya meha Tîrmeha 2021an a derbarê mirina karkeran de aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Tîrmehê de 146 karker mirine. Di heft mehên destpêkê yên salê de jî herî kêm 1301 karker mirine.
Meh bi meh hejmara karkerên mirine
- Di meha Kanûna Paşiyê de herî hindik 203 karker,
- Di Sibatê de herî hindik 142 karker,
- Di Adarê de herî hindik 144 karker,
- Di Nîsanê de herî hindik 257 karker,
- Di Gulanê de herî hindik 236 karker,
- Di Hezîranê de herî hindik 173 karker,
- Di Tîrmehê de herî hindik 146 karker,
Ji karkerên ku mirine jê 13 jin bûne
Ji 146 kedkaran 116 jê bi maeşin(karker-fermanber) û 30 jê cotkar û esnafin.
Ji karkerên ku mirine 13 jê jin in, 133 mêr in. Jinên karker di qadên çandinî, kanza û tenduristiyê de mirine.
Ji kesên ku di meha Tîrmehê de mirine jê 4 welatiyê Sûriyeyê, 2 Tirkmenistan, 1 Afganistan û 1jî welatiyê Koreya Başûr bûye. Hemû jî penaber/koçber bûne.
Ji karkerên ku mirine 10 jê zarok bûne
Di meha Tîrmehê de ji kesên ku mirine 10 jê zarokên karker bûne. Zarokên karker di qadên çandinî, dar, bînasazî, enerjî û barkêşiyê de kar dikirin.
Di nav kesên ku mirine de 40 kedkar temenên wan li ser 51î bûye. Karkerên ku temenê wan li ser 51î bûye di qadên cotkarî, esnafî, çandinî, kanza, buro, metal, bînasazî, enerjî, barkêşî, tersane, tenduristî û şaredariyê de kar dikirin.
Temenê karkerên ku mirine wiha ye:
- 3 karker 14 salî û berjêrtir,
- 7 karker di navbera 15-17,
- 26 karker di navbera 18-27,
- 64 karker di navbera 28-50,
- 30 karker di navbera 51-64,
- 10 karker 65 û berjortir bûye.
- Temenê 6 karkeran nehatiye zanîn.
Karker li kîderê mirine?
11 karker li Stenbolê 8 İzmir 7 Afyon, 7 Antalya, 6 Manîsa, 5 Agirî, 5 Bursa, 5 Dîlok, 5 Riha, 4 Mersîn, 4 Mûgla, 4 Samsun, 3 Edene, 3 Enqere, 3 Bilecik, Ezirgan, 3 Kocaelî, 3 Kutahya, 3 Nîgde, 3 Osmaniye, 3 Sakarya, 3 Sêwas, 3 Wan, 2 Semsûr, 2 Aydin, 2 Denizlî, 2 Giresun, 2 Isparta, 2 Mereş, 2 Karaman, 2 Kayserî, 2 Meletî, 2 Tekirdag, 1 Artvîn, 1 Balikesîr, 1 Êlih, 1 Çorûm, 1 Xarpêt, 1 Erzîrom, 1 Hatay, 1 Qers, 1 Karabuk, 1 Kastamonu, 1 Kirikkale, 1 Kirklareli, 1 Kirşehir, 1 Kilîs, 1 Konya, 1 Ordû, 1 Tokat, 1 Trabzon, 1 Zongûldak, 1 Bulgaristan, 1 Iraq û 1 Namibyayê..
Navên 146 karkerên ku di meha Tîrmehê de mirine ev in:
Yaşar Cinbaş, Erol Tovka, Mülkiye Yıldız, Ayşe Kından, G.G., Yaşar Karahan, Emrah Kaya, Eflatun Karaman, Coşkun Akdağ, Eşref Morgan, Ramazan Özdemir, Fatih Özdemir, Sevim Kıyak, Meryem Okur, Ethem Dağtekin, M.Aydın, Saim Kaplan, Ali Şimşek, Nevzat Malkoç, Şemsi Aktaş, Z.K., H.E.H., Hatice Kestane, Hüseyin Öksüz, Yusuf Bulut, Musa Can Çapuk, Ömer Çağ, Emine Karabulut, Şenol Arslansarı, Mehmet Yıldırım, Hamza Örnek, Muhammet Can Örnek, Samet Alper, Barış Ergül, Mehmet Albayrak, Cevdet Bayraktar, Kamuran Şimşek, Gülseren Develi, Adem Avcı, Elif Bucak, Davut Dişli, Dürdane Doğan, Zeynep Kumsal Yılmaz, Morad Nader, Yücel Küçükçepiş, Leyla Aksakal, Tahir Çetin, Ali Faik İnter, Süleyman Bayrak, İsmail Öztürk, Muzaffer Aypar, H.A., Görkem Servan Güneş, Aydın Elibol, Hasan Yıldızhan, Emre Şimşek, Ahmed Hannan, Arif Köşker, Ertan Yıldız, Hilmi Coşkun, Ali Osman Karabalık, Ramazan Horzum, Hüsnü Ayhan, Gökhan S., Zeki Can Bebek, Harun Filiz, Durmuş K., Süleyman Akgün, Bilal Kollu, J.Y. Kim, Ali Sarman, Süleyman İlhan, Hüsem Taşkın, İlyas Kurt, Metin Mert, Zhamshit Haytakov, Serdar Yiğit, Ü.A., Habip Türeli, Efrail Akgül, Yasin Akat, Rojhat Akınlar, Halil Ş., Abdulkerim Akan, Veysel Güç, Yaşar Ceylan, Halit Kaya, Ali Kurt, Hakkı Cihangir, Mahir Çöt, O.T., Hasan Kaya, Murat Meyde, Fahri Özcan, Ahmet Karakaş, Muhammed Yaşar, Beritan Taşer, Mustafa Yavuz, İbrahim Erkmen, Osman Birer, Emrah Kaya, Muharrem Kaya, Murat Kaya, Mehmet Ali Kökçü, Mustafa Türkmen, Serdar Tekin, Şaban Kılıç, Serhat Kara, Doğan Susin, Yusuf Bingöl, İbrahim Koçal, Hakkı Barutçu, İlhami Bayrak, Muhammed Nuri Sönmez, Bülent Çaylak, Abdullah Saraç, Cevat Topçu, Selahattin Atış, Muhammed Atış, Uğur Kır, Cumali Kurtay, Yılmaz Demir, Oğuz Taşkın, Ali İnal, Ufuk Karataşlı, Fatma Sevim, Tayfur Kürşat Cantez, Ahmet Deniz, Hasan Tosun, Murat Uzan, Burkay Kurt, Serhan Alışkan, Ali Darbaz, Şahin Akdemir, Bayram Koç, Lokman Kaymak, Oktay Yılmaz, Oğuz Şişman, Ömer Babahanoğlu, Birkan Yaman, Mehmet Koçak, Ozan Tuncer, Ali Sarı û 3 karkerên ku navên wan nehatiye zanîn…
(HA/AY)